Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike

img
ENQERE- Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ANS ku Tirkiye piştgirî dide wan, li Efrîna di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de li herêmên dîrokî erdê dikole, xusarê dide mîrateya çandî û berhemên dîrokî digerîn. 
 
Serokê Navenda Koordîneya Sûriyeyê Oleg Egorov, ser navê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyanî da û anî ziman ku Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) li Efrîna di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de erdê dikole û got: “Rêxistinên terorê nêzî Êfrînê ji bo ku bibin Tirkiyeyê û awayekî veşartî bifiroşin berhemên avahîsazî û dîrokî digerin û erdê dikolin.”
 
Herwiha Egorov destnîşan kir ku Tirkiye li herêmên ku erd tê kolandin bi amûrên giran û modern teqemeniyan bikar tîne û xusara mezin dide mîrateya çandî ya Sûriyeyê.