Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike

  • cîhan
  • 13:57 21 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Şahidên komkujiya Tirkiyeyê ya li Perex a Zaxoyê ji çapemeniya cîhanê re axivîn û wiha gotin: “Em ber bi çiyayan ve diçin Tirkiye êriş dike. Em ber bi sûlavan ve diçin Tirkiye êriş dike. Ji çar aliyan ve êrişî me dike.” 

 
Artêşa tirk duh di saetên nîvro de devera geştê ya li gundê Perex ê bajarokê Derkarê yê Zaxoyê topbaran kir. Li gorî daneyên fermî, di encama topbaranê de 9 geştiyar hatin qetilkirin û herî kêm 22 jî birîndar bûn. 
 
Komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê di demekî kin de li tevahiya çapemeniya cîhanê hate parvekirin. 
 
REUTERS: CIH DA SOLÊN ZAROKAN 
 
Reuters’ê komkujiya li Zaxoyê bi ser navê “Tirkiye berpirsyariya xwe ya di êrişa li Dihokê de red dike” dît. Di wêneyê nûçeyê de solên zarok û jineke piştî topbaranê hatin qetilkirin bi kar anî. Di nûçeyê de hat gotin ku Hikûmeta Iraqê ji êrişê Tirkiyeyê tawanbar dike lê Tirkiye berpirsyartiya êrişê red dike. Di nûçeya Reuters’ê de her wiha cih dan daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price û kabîneya Iraqê. 
 
BBC: IRAQÊ TIRKIYE SÛCDAR KIR
 
BBC’yê nûçeya xwe ya têkildarî komkujiyê bi ser navê “Hikûmeta Iraqê Tirkiyeyê berpirsyar dibîne” bi xwînerên xwe re parve kir. Her wiha hat gotin ku êrişa heyî di navbera her du welatan de rê li ber krîza dîplomatîk vekirye. BBC’yê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku Tirkiye li şûna berpirsyartiya êrişê li xwe bigire, PKK weke berpirsyar dîtiye û her wiha cih da axaftinên birîndaran. 
 
VOA: JI ÇAR ALIYAN VE ÊRIŞ HEYE
 
Voice of America'da (VOA) jî di nûçeya xwe de cih da wêneyê ciwaneke ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûyî. Di nûçeyê de hat gotin ku Tirkiyeyê berpirsyartiya êrişê li xwe nagire û cih da axaftina ciwaneke şahidiya komkujiyê kiriye. Ciwanê ku şahidiya bûyerê kiriye wiha got: “Em diçin çiyê Tirkiye êrişî me dike. Em ber bi sûlavê ve diçin Tirkiye êrişî me dike. Ji her çar aliyan ve êriş heye.” 
 
NEW YORK TIMES: JI BER KU KURD LI WÊ DERÊ BÛN LEWMA BÛ HEDEF 
 
New York Times (NYT) jî di nûçeya xwe de da zanîn ku Zaxo herêma kurdan e lewma bûye hedefa êrişa Tirkiyeyê û da zanîn ku ev êriş dê tansiyona li herêmê bilindtir bike. Di heman demê de NYT’ê di nûçeya xwe de wêneyên cenazeyên qurbaniyan ên dema ber bi morgê ve dibirin, weşand. NYT’ê diyar kir ku di êrişê de herî kêm 4 bombe hatine bikaranîn û Tirkiye her tim sînor bombebaran dike. Di heman demê de NYT’ê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniyên şermezarkirinê yên rayedarên Iraqê. 
 
FRANCE 24: DI AVÊ DE CENAZE HEBÛN 
 
Ajansa Nûçeyan a Fransî France 24’ê jî di nûçeya xwe de cih da daxuyaniyên rayedarên Iraqê û axaftinên birîndaran. Ciwanekî ku di komkujiyê de birîndar bûye û serê wî hatibû pêçandin wiha digot: “Di avê de cenaze hebûn. Ciwan û zarokên me hatin qetilkirin. Gelo em serî li kê bidin?”
 
ASHARQ AL-AWSAT: IRAQÊ SERLÊDANA SÛC KIR
 
Ajansa navend Bexda Asharq Al-Awsat’ê jî da zanîn ku Hikûmeta Iraqê têkildarî êrişa Tirkiyeyê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da ye. Di nûçeyê de her wiha daxuyaniyên rayedarên Iraqê û peyamên şermezarkirinê hatin weşandin.