Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt

  • cîhan
  • 14:24 9 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Gelê Srî Lankayê li dijî krîza aborî çalakî li dar xist û bi ser avahiya hikûmetê de girt. Serokê Dewletê yê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa jî ji avahî reviya. 
 
Krîza aborî ya li Srî Lankayê her ku diçe girantir dibe. Çalakiyên li dijî krîzê jî her ku diçe mezintir dibin. Bi hezaran çalakvanan bi ser avahiya hikûmetê de girtin. Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ji AFP’ê re axivî û ev agahî dan: “Serokê Dewletê Rajapaksa ji avahiya hikûmetê derket û nayê zanîn bê ka li ku ye. Serokê dewletê niha li cihekî biewle ye û ji hêla yekîneyeke leşkeran ve tê parastin. Ew, hêj niha jî serokê vê dewletê ye.” 
 
Wezareta Karên Hundir a Srî Lankayê jî piştî bûyeran bi awayekî lezgîn banga civîna ewlekariyê kir.