Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin

  • cîhan
  • 12:24 9 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - 35 endamên Kongreya DYA’yê ji Biden re nameyek şandin û xwestin ku F-16’an nefiroşin Tirkiyeyê. 
 
Li Kongreya DYA’yê 35 endaman têkildarî axaftina Serokê DYA’yê Joe Biden a di lûtkeya NATO’yê ya di 30’ê hezîranê li paytexta Spanyayê Madrîdê de ku îşaretên firotina F-16’an dida, ji Biden re nameyek şandin. Di nameyê de endaman xwest ku firotina F-16’an a ji bo Tirkiyeyê bila were redkirin. 
 
Name di 8’ê tîrmehê de hate şandin û wiha hat gotin: “Di lûtkeya NATO’yê ya di 30’ê hezîranê li Madrîdê de we nirxandinên ku 70 F-16’an firoşin Tirkiyeyê û başkirinên mekanîk kirin. Ji ber vê axaftinê em gelek bifikarin. Em bi tundî dixwazin ku ev firotin were redkirin. Ji ber ku Ji ber ku Tirkiye taahûdên xwe yên ji bo DYA û NATO’yê binpê dike û ev tê wê wateya xelatkirina Serokkomar Tayyîp Erdogan ku li hundir û derveyî welat binpêkirinên giran ên mafên mirovan dike. Taktîkên li dijî berjewendiyên NATO’yê yên Erdogan, kesek mat nekir. Ji bo bêîstîqrarkirina Rojhilatê Behra Spî, Rojhilata Navîn, Qefqayaya Başûr û Efrîqeya Bakur, gelek caran hêza xwe ya leşkerî bi kar anî. Hêzê tirk û yên girêdayî wan, gelek caran li Iraq, Sûriye û Qerebaxê bi çekên DYA’yê sivîl  hedef girtin û sûcên şer kirin. Her wiha gelek caran bi çekên DYA’yê sînorên Yewnanistan û Qibrisê binpê kir.” 
 
DÊ RÊ LI BER MIRINAN VEKE 
 
Bi domdarî di nameyê de ev tişt hatin parvekirin: “Firotina balafirên şer ên pêşketî ya ji bo Tirkiyeyê, dê bike ku Erdogan li herêmê bêhtir kesan bikuje û rê li ber hilweşînê veke. Divê were zanîn ku weke endamên kongreyê, ji bo betalkirina vê ya ji destê me tê em ê bikin. Divê DYA piştgiriyê nede Tirkiyeyê ku herêmê bêîstîqrar dike. Hêvîdarin ku Em li benda bersiva we ne.” 
 
KESÊN NAME ÎMZE KIRINE 
 
Nameya ku ji hêla Endamên Kongreyê Frank Pallone JR, Gus M Bilirakis, Caroline B. Malloney, Chris Pappas, Dina Tittus, John Sarbanes, James P. McGovern, Nicole Malliotakis, Albio Sires, Raul M. Grijalva, Jan Schakowsky, Karen Bass, Jackie Speier, David G. Valadao, Raja Krishnamoorthi, Brad Sherman, Adam B. Schiff, Anna G. Eshoo, Mike Doyle, Christopher H. Smith, Ted W. Lieu, Peter Welch, Susie Lee, Brian Fitzpatrick, Grace Meng, Josh Gotteheimer, Louie Gohmert, Judy Chu, Chuck Fleischmann, Jim Costa, Donald Payne Jr., Linda T. Sanchez, Grace F. Napolitano, David N. Cicilline û Tony Cardenas  ve hatibû îmzekirin, di heman demê de ji Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re jî hate şandin.