Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe

img
ENQERE - Serekşêwirmendê Zelenskiy, Arestovîç têkildarî şerê di navbera wan û Rûsyayê axivî û da zanîn ku şer herî dereng dê di meha gulanê de bi dawî bibe. 
 
Tê payîn ku dê muzakereyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê îro jî berdewam bikin. Têkildarî mijarê, Serekşêwirmendê Zelenskiy, Oleksiy Arestoviç diyar kir ku di nava hefteyek-du hefteyan de dibe ku aştî bê kirin. 
 
‘DIBE KU HEWLDANA ANÎNA HINEK SÛRIYEYIYAN ÇÊBIBE’ 
 
Arestoviç, destnîşan kir ku dirêj ajotina şer girêdayî daxwaza Rûsyayê ya veqetandina çavkaniyan a bo şere û wiha domand: “Bawerim dê di serê gulanê de an jî hêj meha gulanê xelas nebûyî dê aştî çêbibe. Dibe ku hîn zûtir jî çêbibe. Em niha di demekî gelek hesas de ne. Yan dê di nava yek du hefteyan de aştî bê kirin yan jî dê raûndeke duyemîn çêbibe. Dibe ku hewl bidin sûriyeyiyan bînin vê derê. Bi têkbirina wan re jî dê di nîva nîsanê yan jî di dawiya wê de lihevkirinek çêbibe. Heke aştî çêbibe jî, dibe ku di çarçoveya hewldanên taktîkî de heta salekê jî pevçûnên biçûk biqewimin.” 
 
‘6 SÎHA’YÊN TIRKIYEYÊ HATIN XISTIN’
 
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenov jî der barê şerê heyî de axivî û da zanîn ku herêma Hersonê bi tevahî ketiye bin kontrola hêzên wan. Ajansa Interfaxê jî nûçeyek parve kir û da zanîn ku li gorî agahiyên ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wergirtin, artêşa Rûsyayê di nava 24 saetên dawî de 6 balafirên bêmirov ên Bayraktar TB-2 xistine.
 
ZELENSKİY BANG KIR
 
Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy piştrast kir ku dê hevdîtin îro jî berdewam bikin û banga berdana çekan li artêşa Rûsyayê kir.