Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di roja 12'an de berdewam dike. Bi daxwaza Fransayê li 4 bajaran ji bo tehliyekirina sivîlan biryara agirbestê hat dayîn. Ji ber şer bihayê petrolê derket 139 dolaran û aboriya welat serobino kir. 
 
Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di roja 12'an de berdewam dike. Ji ber şer li Ûkraynayê koçberkirin, mirin û hilweşandin bi hev re didome. Li ser daxwaza Fransayê li 4 bajaran ji bo tehliyekirina sivîlan biryara agirbestê hat dayîn. Tê plankirin ku îro alî ji bo tûra sêyemîn a muzakereyan bên gelhev. Li aliyê din bandora şer xwe di ser bihayê petrolê de li dinyayê dide hîskirin. Bihayê petrolê derket 139 dolaran. 
 
Geşedanên girêdayî şer kêlî bi kêlî wiha ne:
 
16.17 KREMLÎN: PÛTÎN BI SEROKÊ AK'Ê RE HEVDÎTIN KIR 
 
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel re bi telefonê axivî. Ofîsa Çapmeniya Kremlînê, derbarê hevdîtinê de daxuyanî da û da zanîn ku aliyê mirovî yê rewşa heyî bi awayekî berfireh hatiye nîqaşkirin. Her wiha Kremlînê, di hevdîtinê de Pûtîn, ev tişt gotiye: "Yekîneyên rûs ji bo sivîlan bergiriyên jiyanî girtiye û gefa bingehîn a ji bo sivîlan komên nîjadperest in ku sivîlan weke mertalê zindî bi kar tînin."
 
15.50 MACRON: EM Ê DANEKIRINAN BIDOMÎNIN 
 
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, diyar kir ku wê danekirinên xwe yên ji bo zexta li ser Rûsyayê bidomînin. 
 
14.30 ÇAVÛŞOGLÛ: WEZÎRÊN KARÊN DERVE YÊN ÛKRAYNA Û RÛSYAYÊ WÊ LI ANTALYAYÊ HEVDÎTIN BIKIN 
 
Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû, aşkera kir ku wê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmytro Kuleba li Antalyayê bên gelhev. Çavûşoglû, da zanîn ku wê ew jî tevlî hevdîtinê bibe. 
 
12.48 ZELENSKÎ BALEFIRÊN LEŞKERÎ XWEST 
 
Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, diyar kir ku pêşeroja Ewropaye bi berxwedana Ûkraynayê diyar dibe û ji dewletên rojavayî xwest ku balefirên leşkerî bidine wan. Zelenskî, bang kir ku danekirina sotemeniyê li ser Rûsyayê be ferzkirin. 
 
12.23 XETA QORÎDORA MÎROVÎ BÛ SEDEMA NÎQAŞAN 
 
Xeta 6 qorîdorên mirovî ku Rûsyayê ragihand wê ji bo tehliyekirina sivîlan vebike bû mijara nîqaşan. Li gorî nexşeyên ku Ajansa RIA'yê weşandiye, sivîlên ku bên tehliyekirin wê ya derbasî Belarûsê bibin an jî wê derbasî Rûsyayê bibin. Li gorî vê kesên ji Kîevê derkevin wê derbasî Belarûsê û kesên ku ji Harkovê derkevin jî wê derbasî Rûsyayê bibin. Hikûmeta Ûkraynayê bertek nîşanî vê rewşê da. Berdevkê Serokwezîr Zelenskî vê rêwşê weke "bêheleqî" nrixand. 
 
12.26 MACRON ANGAŞTÊN QORÎDORÊ RED KIR 
 
Serokkomariya Fransayê, nûçeyên ku di wan de hat gotin Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vekirina qorîdorên mirovî xwestiye derewand. 
 
11.08 POLONYA: MILYONEK ÛKRAYNÎ KETINE WELAT 
 
Polisê gumrikê yê Polonyayê, ragihand ku ji 24'ê sibatê ve milyonek û 67 ûkraynaî derbasî Polonyayê bûne; ji van 124 hezarê wan roja yekşemê derbas bûne. 
 
10.26 ÇÎN: DIVÊ BALA ME LI SER ARAMIYÊ BE 
 
Wezareta Karên Derve ya Çînê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di qrîza Ûkraynayê timik bêalî û adil tevdigerin û ev tişt got: "Divê diyalog bi rêya muzakereyan berdewam bikin. Divê bala me li ser aramiya ji bo demeke dirêj be."
 
09.50 BIHAYÊ PETROLÊ DERKET 139 DOLARAN
 
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, diyar bi Yekitiya Ewropayê (YE) re ji bo qedexekirina kirîna petrola Rûsyayê bi awayekî bibandor muzakereyan dikin. Almanya, bi awayekî vekirî li dijî vê qedexeyê derdikeve. Çavkaniyekê ku ji Ajansa Nûçeyan a Reûtersê re axivî, diyar kir ku di nav 24 saetan de YE nêzî fikra qedexekirinê bûye. Di vê pêvajoya ku qedexeya kirîna petrola Rûsyayê tê axaftin de bihayê petrolê derket 139 dolaran. 
 
09.12 4 HEZAR Û 600 KES DI BIN ÇAVAN DE NE 
 
Hat diyarkirin ku li bajarên cuda yên Rûsyayê, ji ber şermezarkirina şerê bi Ûkraynayê re roja yekşemê 4 hezar û 600 kes hatine binçavkirin. 
 
09.00 FRANSA DAXWAZA KIR LI 4 BAJARAN AGIRBEST HAT ÎLANKIRIN
 
Rayedarên Rûsyayê, ragihandin ku li ser daxwaza Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li bajarên Kîev, Marîûpol, Harkov û Sûmî saet di 10.0'an de ji bo tehliyekirina sivîlan bi awayekî demkî agirbest hatiye îlankirin.  
 
08.58 LI MIKOLAYÎVÊ BOMBARDÛMAN 
 
Şaredarê bajarê bendergehê yê Ûkrayna Mikolayîvê Oleksandr Senkevych, diyar kir ku hêzên rûs bajar dane ber topan û ev bang li gelê bajar kir: "Li bajar guleyên neteqiyane hene. Nêzî van nebin, xwe nexapînin."
 
06.00 ZELENSKÎ: EM Ê JI BÎR NEKIN
 
Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, duh di axaftina xwe ya xîtabî gel de ev tişt anîn ziman: "Em ê moşeka ku îro pergala me ya parastina hewayî li ser Ohmatdet (nexweşxane) xist, bombebarankirina sivîlan, hilweşandina binesaziya xwe efû nekin. Û wê xwedê jî efû neke. Ne îro, ne sibê qet em ê ji bîr nekin."a