Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, hefteyek li pey xwe hişt. Tê payîn ku di navbera aliyan de hevdîtina duyemîn were kirin. Artêşa Rûsyayê ji hewayê ve leşker danî bajarê Harkovê.  

Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê da destpêkirin, di roja 7’emîn de ye. Tê payîn ku îro şandeyên Rûsya û Ûkraynayê hevdîtina tura duyemîn bikin. Beriya ev hevdîtin pêk were, artêşa Rûsyayê li hin bajaran leşkerên xwe bicih kirin. Hat zanîn ku artêşa Rûsyayê li bajarê Harkovê ya li dikeve rojhilatê Ûkraynayê leşkeran ji hewa ve daniye hin deveran. Gelên cîhanê li gelek welatan banga aştiyê dikin û li aliyê din jî dewletên cuda cezayên datînin ser Rûsyayê eşkere dikin. 
 
Geşedanên li ser xeta Rûsya û Ûkraynayê diqewimin, kêlî bi kêl wiha ne: 
 
20.10 HEVDÎTINA HAT TALOQKIRIN
 
Cîgirê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Medînskiy ê di guftûgoyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de serokatiya şandeya rûs dike, diyar kir ku şandeya Ûkraynayê ketiye rê û dê sibê bigihê cihê civînê. Guftûgo dê di 3'yê Adarê de li Brestê yê li sînorê Belarûsê çêbibe. 
 
15.00 ŞÊWIRMENDÊ ZELENSKIY: DÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN 
 
Şêwirmendê Serokê Ûkraynayê Zelenskiy, Oleksiy Arestoviç anî ziman ku dê tûra duyem a hevdîtina di navbera welatê wan û Rûsyayê de were kirin.
 
14.44 RAYEDARÊ ÛKRAYNAYÊ: HEVPEYVÎN DÊ BÊN KIRIN 
 
Şêwirmendê Serokê Dewletê yê Ukraynayê ji TASS’ê re axivî û diyar kir ku tûra duyemîn a hevdîtina di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dê îro pêk were.
 
12.55 LAVROV: ŞERÊ CÎHANÊ YA SÊYEMÎN WÊ BIBE NUKLEERΠ
 
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: "Şerê cîhanê yê sêyemîn wê bibe nukleerî û wêranker. Em nikarin destûrê bidin Ûkraynayê ku bibe xwedî çekên nukleer."
 
12.53 ŞAREDARÊ KÎEVÊ: HÊZÊN RÛS NÊZÎK DIBIN 
 
Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko diyar kir ku hêzên Rûsyayê her ku diçe nêzî Kîevê dibin û ev parve kir: "Em xwe amade dikin û em ê Kîevê biparêzin. Kîev li ser pêya ye û dê li ber xwe bide." 
 
12.35 KREMLÎN: ŞANDEYA RÛS ÎRO LI BENDA ÛKRAYNAYÊ YE 
 
Kremlinê têkildarî hevdîtinên îro dihat payîn bê kirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şandeya Rûs ji bo dewamkirina hevdîtinan amade ye. Wê îro li benda şandeya Ûkraynayê be. Ne diyar e ku ka wê şandeya Ûkraynayê were ana na, em hêvî dikin ku were.” Çavkaniyek ku ji Sputnikê re axivî diyar kir ku tûrek muzakereyên nû dibe vê êvarê pêk were. 
 
12.15 NAVALNÎ BANGA PROTESTOYA LI DIJÎ ŞER KIR 
 
Aleksey Navalni yê muxalîfê Rûs ku li girtîgehê tê ragirtin bang kir ku li Rûsyayê rojane wepêşandanên li dijî şer werin lidarxistin û şer bê şermezarkirin.
 
12.11 ÛKRAYNA, BAKUR Û ROJAVAYÊ DERYA REŞ JI TRAFÎKÊ RE GIRT 
 
Serokatiya Serfermandariya Ûkraynayê daxuyand ku bi armanca ewlehiya trafîka deryaya sivîl, behra bakurrojavayê Derya Reş ji trafîkê re girtin e. 
 
11.30 ÇÎN: EM VEKIRINA QANALA TÊKILIYAN DEWAM DIKIN
 
Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Çînê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Pekîn ji bo îhtîmala hevdîtina Serokdewletê Rûsyayê Putin û Serokdewletê Ûkraynayê Zelenskiy vekirina qenaleke têkiliyan a di navbera Moskova û Kîevê de berdewam dike.
 
10.39 ZELENSKIY: ARMANCA RÛSYAYÊ TÊKBIRINA DÎROKA ME YE
 
Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenskiy derbarê gulebarana Rûsyayê ya duh li ser avahiya televîzyonê ya li Kîevê got: "Rûsya armanc dike ku dîroka me ji holê rake. Rûsya bi bombe, êrişên hewayî û roketan li Ûkraynayê nikare bi ser bikeve.” Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin; Em ne di demeke bêalî bimînin de ne.” 
 
10.02 RÛSYA: KERSON DI KONTROLA ME DE YE 
 
Li gorî ragihandina Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, hêzên çekdar ên Rûs, Navenda Herêmî ya Kersona Ûkraynayê bi temamî kontrol kirine.
 
09.53 ÛKRAYNA: ME GELEK ÎHA JI TIRKIYÊ STENDIN 
 
Wezareta Parastina Ûkrynayê diyar kir ku ji Tirkiyeyê gelek ÎHA'yên din stendine. 
 
09.30 LI JAPONYA 70 KES BÛN DILDAR KU BIÇIN LI ÛKRAYNAYÊ ŞER BIKIN 
 
Li Japonyayê 70 kes ji bo li Ûkraynayê şer bike bûn dildar. 
 
09.09 PETROL BIHA DIBE 
 
Ji ber tesîra şerê Rûsya-Ûkraynayê bihayê petrolê zêde bûye û di nava rojê de ji 100 dolarî bihûrî û qezenca wê nêzî ji sedî 5'an bû. 
 
08.36 NY XWE JI BO ŞERMEZARKIRINA RÛSYAYÊ AMADE DIKE 
 
Tê plankirin ku Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi fermî Rûsyayê şermezar bike. Desteya Giştî ya NY'yê bi vê plana xwe dixwaze hin bêtir Moskovayê îzole bike û ji bo ku banga bidawîkirina dagirkeriyê li Moskovayê bike û leşkerên xwe paş ve bikişîne. 
 
07.40 ŞERÊ DIJWAR DIQEWIME 
 
Artêşa Ûkraynayê ragihand ku artêşa Rûs saet di 03.00’an de yekîneyên xwe leşkerî ji hewa ve daniye Harkovayê. Tê diyarkirin ku di navbera leşkerên Rûs û artêşa Ukraynayê de şerên dijwar diqewimin. Ajansa Ragihandina Taybet a Dewleta Ûkraynayê îdia kir ku leşkerên Rûsyayê êrişî nexweşxaneyek leşkerî kirine. 
 
07.39 JI RÛSYAYÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT 
 
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin biryarnameya ku derketina welatiyên Rûsyayê ya derveyî welat ku ji 10 hezar dolarî zêdetir bi dovîza nakît qedexe dike îmze kir. Qedexe ji îro pê ve dikeve meriyetê. 
 
07.38 BIDEN: PUTIN XWE XAPAND, EM AMADE BÛN 
 
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku qada hewayî ya welatê wî ji balafirên Rûsyayê re hatiye girtin. Biden li ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got: "Dema ku dîktator berdêla êrişên xwe nedin, dibe sedema aloziyan. Ev rewş berdêla ji bo Amerîka û cîhanê zêdetir dike. Şerê Putin şerekî bê sedeme û ji berê ve plankirî bû. Wî hewldanên dîplomatîk red kir. Ew difikirî ku wê welatên rojava û NATO bersiva wî nedin, ew ê li welatê xwe berdêl nede û me li vir li welatê me parçe bike. Putin xwe xapand. Em amade bûn."