Îngîltereyê derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girt

  • cîhan
  • 21:13 22 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îngîltereyê, piştî Rûsyayê serbixwebûna Donetsk û Lûhanskê nas kir, derbarê 5 bankeyên rûs û 3 kesan de biryara mueyîdeyê girt. 
 
Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson, li parlementoyê têkildarî geşedanên dawî yên li Ûkraynayê axivî. 
 
Johnson, biryara esasgirtina serbixwebûna Donetsk û Lûhanskê ya ji aliyê Rûsyeyê ve wekî "Înkarkirina rewabûna dewleta Ûkraynayê" wesifand. 
 
Johnsên ragihand ku di çarçoveya mueyîdeyên ewil ên têkildarî Rûsyayê de, derbarê 5 bankeyên rûs de biryara mueyîdeyê girtine. Johnson diyar kir ku derbarê Rossiayaz Bank, Isbank, General Bank, Promsvyazbank û Black Sea Bankê û 3 kesên zengîn ên bi navê Gennady Timchenko, Igor Rotenberg û Boris Rotenberg de biryara mueyîdeyê girtine. 
 
Johnson, bilêv kir ku ev asta ewil a mueyîdeyan e û ger dagirkerî bidome û berfirehtir bibe dê mueyîdeyên wan jî girantir bibin. 
 
Her wiha Johnson destnîşan kir ku dê piştgiriya Îngîltereyê ya ji bo Ûkraynayê jî bidome.