Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin

  • cîhan
  • 13:27 19 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mesrûr Barzanî û Nêçirvan Barzanî li Elmanyayê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar re hevdîtin pêk anîn. 
 
Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî di Konferansa Ewlehiyê ya li Elmaniyê de bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê re hevdîtin kirin. Akar derbarê hevdîtinê de daxuyanî da û da zanîn ku ew bi Mesrûr Barzanî û Nêçirvan Barzanî re li ser “hevkariya têkoşîna li dijî terorê” axivîne. 
 
Hat zanîn ku Mesrûr Barzanî bi telefonê jî li Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Meclut Çavuşoglu geriyaye. Mesrûr Barzanî têkildarî mijarê di hesabê xwe yê medya dîjîtal de wiha got: “Ez bi telefonê bi dostê xwe Wezîrê Karên Derve yê Tirkiiyê Mevlut Çavuşoglu re axivîm. Ji ber ew bi nexweşiya koronayê ketiye min jê re silametiya xêrê xwest. Ez kêfxweş bûm ku moralê wî hebû. Em li ser rewşa giştî ya Iraqê jî axivîn.” 
 
Piştî Mesrûr Barzanî, Nêçirvan Barzanî jî bi Akar re hevdîtin kir. 
 
Akar pişt re jî bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn re hevdîtin kir.