Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî betal kir

  • cîhan
  • 14:07 13 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK'yî betal kir. 
 
Ajansa Fermî ya Iraqê ragihand, Dadgeha Federal a Iraqê biryara dawî li ser namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’yî da û namzetiya wî ya ji bo serokkomartiya Iraqê betal kir.
 
Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê ku li ser namzetê PDK’ê yê ji bo serokkomartiya Iraqê Hoşyar Zêbarî hatibû kirin, civiya. Dadgehê li ser namzetiya Zêbarî biryara dawî da û namzetiya wî ya ji bo serokkomartiyê betal kir.
 
Heta niha PDK’ê bi fermî tenê Hoşyar Zêbarî ji bo serokkomartiya Iraqê wek namzet nîşan daye.
 
Her wiha dema ku parlementoya Iraqê ji bo kesên bixwazin xwe ji nûve ji bo serokkomartiyê namzet nîşan bidin jî îro di saet 15:00’an de bi dawî dibe.
 
Derbarê Zêbarî de berê bi îdiaya "karên ne li rê" doz hatibû vekirin. Li ser vê yekê 4 parlementerên Parlemena Iraqê serî li Dadgeha Federal dabûn û li hemberî namzetiya Zêbarî nerazîbûn nîşan dabûn. 
 
Ji bo nîşandayîna namzetiyê 8’ê vê mehê roja dawî bû. YNK’ê Berhem Salih ji bo namzet nîşan dabû, PDK’ê jî Hoşyar Zebarî nîşan dabû.
 
Li Iraqê li gor qanûna postê Serokomarî di destê kurdan de ye. Heta niha Celal Talabanî, Fûda Masûm û Berhem Salih bûn serokkomarê Iraqê. Niha YNK dixwaze carek din Salih bibe serokkomar.