Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e

  • cîhan
  • 13:01 24 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Civaknas Oliver Schmidt, diyar kir ku kesên azadiya Ocalan dixwazin tên krîmînalîzekirin û ev tişt got: "Gefa esîl polîtîkayên Erdogan û tiştên ku li Sûriyeyê û Bakurê Iraqê dikinin."
 
Civaknas Oliver Schmidt ku ji 25'ê cotmehê şûn ve li Zanîngeha Potsdamê di bin navê "Anarşîzim, Teorî, Pratîk: Mînaka Rojava" de waneyan bide, derbarê qedexeya PKK'ê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û ev tişt got: "Em ê bibînin bê ka wê çi bibe. Ev li ser xwendekaran dimîne, Aliyê baş ew e ku li Almanya em azad in ku tişta ku em dixwazin hîn bikin, bidin. Helbet em dikarin van metnên rexneyî nîqaş bikin. Em nabêjin em Ocalan digirin lê em dikarin wî nîqaş bikin. Ramaneke baş e. Ji ber ku ew fikra Murray Bookchîn bi cih tîne. Dikarim vê bibêjim. Bi xwendkaran re wê zêde problem çênebin. Ji ber ku di serê semîneran de em ê zêdetir destpêkeka teorîk bikin. Bi azadiyê, rêveberiyê û têkiliya teoriya anarşîst a bi dewletê re. Û dema ku em derbasî metnên van 'sepandêran' bûn, em ê vê çawa bidin, li ser vê kelecanî me. Biya min wê xweş biçe.''
 
Schmîdt, diyar kir li Almanya kesên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin têne krîmînalîzekirin û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku Almanya destûrê nade PKK'ê. Weke rêxistineke terorîst krîmînalîze dike. Lê evder zanîngeh e! Em welatekî azad in û em dikarin wan fikran bixwînin. Peywira zanîngehê ye ku metnên Rêberê Gelê Kurd bigihînin ber xwendkaran. Gef ne PKK ye, desteka Almanya ya li polîtîkayên dewleta tirk e. Bi min gefa esil ew e ku Almanya polîtîkayên Erdogan, kirinên hikûmeta tirk ên li Sûriyê û Bakurê Iraqê krîmînalîze nake. Ev her wiha çekên me ne, em çekan difiroşin."