Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin

  • cîhan
  • 15:22 10 Sibat 2018
  • |
img

CENEVRE - Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'ê Zeîd Ra’ad Al Husseîn, aşkera kir ku di rojên dawî de li Sûriyeyê sivîl zêde tên kuştin, li Efrînê sivîl ji di na de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û raporên di vê der barê de di destên wan de hene.

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyê Yekbûyî (NY) Zeîd Ra’ad Al Husseîn, bi taybetî êrîşên hewayî û şideta li dijî sivîlan bi bîr xist û xwest komkujiyên li herêmê bên rawestandin û ji bo vê banga tevgera lezgîn kir. Al Hussein, destnîşan kir ku di hefteya dawî de gelek bûyerên bi xwîn qewimî ne û bi taybetî di êrîşên hewayî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Al Husseîn anî ziman ku li Idlib û Rojhilatê Gutayê windahiyê mezin hene, di êrîşan de navendên tenduristiyê dikin armanc.
 
Al Husseîn anî ziman di navbera 4 û 9'ê Sibatê de 277 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, ji van 230 kes hikumeta Sûriyeyê û hevalbendê wan kuştine. Al Husseîn, aşkera kir ku li Rojhilatê Gutayê 350 hezar mirovên sivîl mahsûr maye, tenê di hefteyekê de qasî hezar mirovî birîndar bûne.
 
ÇEKÊN KÎMYAWÎ AVÊTIN
 
Al Husseîn destnîşan kir ku ji ber êrîşan bi hezaran mirovan koç kiriye, di êrîşa hewayî ya 4'ê Sibatê li Saraqapê pêk hat de, çekên kîmwayî hatin bikaranîn û di vê der barê de 4 raporên toksîtê ên cuda di destê wan de ne.
 
Al Husseîn bal kişand ser Efrînê û êrîşên ji 20'ê Çileyê vir ve dewam dikin, hat gotin ku di êrîşên hewayî û bejahî de, jin û zarok jî di nav de gelek mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Al Husseîn da zanîn ku der barê mirinên sivîlan de di destê wan de rapor hene.
 
Al Husseîn herî dawî aşkera kir ku li Reqa û Dêra Zorê mayînên ku DAIŞ'ê bi cih kirine, ewlehiya canê sivîlan dixe xetereyê û piştrast kir ku avahiyên li bajêr bi tevahî rûxiya ne.