Ji NY'yê daxuyaniya Qibris

  • cîhan
  • 13:03 22 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - NY'yê bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî bajarê Maraşê yê Qibrisa Bakûr ku girtî ye da û bang li Erdogan kir ku dev ji pêngavên xwe yên sîqilandinê berde.
 
Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, di serdana xwe ya Qibrisa Bakur de diyar kiribû ku wê bajarê Maraşê yê ji şerê sala 1974'an ve girtî ye careke din di bin kontrola tirkan de vebibe. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  (NY) Antonîo Gûterres, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan da û diyar kir ku ew ji ber daxuyaniya Erdogan bi fikar in. Berdevkê Gûterres Farhan Haq, diyar kir ku beriya şerê sala 1974'an 17 hezar rûman terka Maraşa girtî kiriye û helwesta wan a têkildarî Maraşê neguheriye û bal kişand ser biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY'yê. 
 
GAVÊN YEK ALÎ
 
Haq, da zanîn Gûterres ji biryara Tirkiyeyê ya derbarê rûmên Qibrisê de bi fikar e û ev tişt got: "Sekreterê Giştî ji bo çareseriyeke mayîn de bang li aliyan dike ku dev ji pêngavên xwe yên yek alî yên sîqilandinê berdin.