Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan

  • cîhan
  • 09:00 18 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Elmanya û Belçîkayê ji ber lehiyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 168 kesan û hêj ji sedan kes agahî nayê wergirtin. 
 
Li Elmanya û Belçîkayê ji roja çarşemê ve baran dibare û lehî radibe, hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Heta niha li tevahiya Elmanya kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan hejmara wan derket 141 kesan û jig elek kesan jî agahî nayê wergirtin. Ji bo van kesan xebata lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike. 
 
Li Belçîkayê jî hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 27’an. Duh roja şemiyê cenazeyê 4 kesan hat dîtin. Rayedarên Belçîkî dibêjin herî kêm 103 kes winda ne.