Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin

  • cîhan
  • 20:24 10 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêze li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe, ji Lozanê ber bi Cenevreyê meşê da destpêkirin. 
 
Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêze, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe şermezar bike û ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan pêk bê, ji bajarê Lozan ê Swîsreyê ber bi Cenevreyê ve meşek da destpêkirin. Meş li ber avahiya Château d'Ouchyê dest pê kir ku li vir Peymana Lozanê hatibû îmzekirin. Meş, dê 3 rojan bidome. 
 
Kurdistaniyên ji her 4 perçeyên Kurdistanê yên li gelek welatên Ewropayê dijîn, siyasetmedarên swêdî, tirkiyeyî û kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, saziyên şoreşger, hunermend, nivîskar û akademîsyen bi sedan kes li ber avahiya Chateaû d’Oûchy hatin gel hev.
 
Piştî gel li ber avahiya Chateaû d’Oûchyê kom bû, Hevserokên Navendên Civaka Kurdistaniyan a Demokratîk ya Swêdê (CDK-E) axaftina destpêkê kirin.
 
Di axaftinan de têkoşîna li dijî êrîşên a li her 4 perçeyên Kurdistanê hate silavkirin.
 
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî di mîtîngê de axivî û diyar kir di demeke ku 100 saliya Peymana Lozanê nêzîk dibe de, armanc bi konsepta dagirkerî û qirkeriyê mafên ku di encama têkoşîna gelê kurd a didome de hatine bidestxistin, ji dest bê derxistin. 
 
Karamûs di dewama axaftina xwe de got: “Em li ku derê dibin bila bibin, wek gelê Kurd li hemberî polîtîkayên dagirkerî û qirkeriyê ya li ser me ferz dikin, em xeta berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gerîlayan ya li Herêmên Parastina Medya esas bigirin û em ê destûr nedin Lozanek nû dîsa pêk were. Li hemberî êrîşên dagirker û qirker yên îro bi hevpartiya dewletên Ewropayê hê didome û li hemberî piştgiriya PDK’ê ya dide van êrîşan, em ê bi xwedîderketina li berxwedana Rêberê xwe û gerîlayan, em ê têkoşîna xwe li ser bingehê pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd berdewam bikin.”
 
Her wiha di mîtîngê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî têkildarê êrîşên Tirkiyeyê de axivî û got: “Îro em ê ji ber avahiya ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin heya ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê bimeşin û em ê çi tekrara Peymana Lozanê û çi jî peymanek ku wê dewama wê be, qebûl nekin. Peymana ku 100 ji beriya niha hatibû îmzekirin ji aliyê me ve di hukmê tunebûnê de ye. 
 
Ev hêzên qirker û dagirker û piştevanên wan bila vê yekê baş bizanin ku duh çawa di mînaka Elmanya de hate dîtin, bi qedexekirina kongreya KCDK-E ya ku saziyek demokratîk ya gelê Kurd a li Ewropayê, êrîşî saziyên me yên demokratîk dikin û polîtîkayên paqij derxistina faşîzma dewelta Tirk didomînin.
 
Em ê jî bi pêkanîna Yekîtiya Neteweyî re ji hêzên dagirker û qirker ên ku di nav hewldanan dubarekirin û domandina peymanê ne bibin bersiv.”
 
Di mîtîngê de siyasetmedarên swêdî, ji Solîdarîtes’ê Franzîska Meînherz, alîkarê Serokê Şaredariya Le Mont’ê Phîlîppe Somsky, wekîlê Keskan a Lozanê Alîce Genoud, ji Partiya Sosyalîst Jûlîen Eggenberger, ji Partiya Karkeran Valentîn Augsgûrger, nûnerê Defend Kurdistan û yê ji Tobîas Schenbelî jî di axaftinên xwe de banga piştgirîdayîna berxwedana gelê kurd kirin.
 
Piştî axaftinên ji aliyê nûnerên TJK-E, PYD, Yekîtiya Hêzên Şoreşger ên Ewropayê, PDK-Îran û Hêzên Têkoşîna Yekgirtî hatin kirin, çalakvan bi dirûşmeyên li dijî dagirkerî û qetlîamê û li ser bingehê pêkanîna Yekîtiya Netewî ya kurd dest bi meşê kirin.
 
Meşvan danê nîvro gihîştin bajarê Rennesê.
 
Piştî navbera nîvro çalakvanan meşa xwe domand û wê meşa xwe ya îro danê êvarî li bajarê Morgesê bi dawî bikin.