Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in

  • cîhan
  • 11:26 25 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Îne Marie Eriksen Søreide daxuyand ku ji ber Tirkiye ketiye nava axa Herêma Kurdistanê bi fikar in.
 
Wekîlê Partiya Sosyalîst Freddy Andre Ovstegard bi pêşniyaznameyekê têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistana Federe ji Wezîra Karên Derve ya Norwêcê Ine Marie Eriksen Søreide pirsa "Wezareta Karên Derve wê operasyonên leşkerî yên Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar bike yan na?" kiribû.
 
Wezîr Søreide bersiva pêşniyaznameyê da û wiha got: ''Ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe ya leşkerî li Herêma Kurdistana Federe zêde dike em bifikar in. Tirkiye jiyana sivîlan, malên sivîlan û qadên jiyanê yên sivîlan dike xetereyê. Çawa ku li ser kirinên wê yên li herêmên kurd ên li bakurê Sûriyê bi zelalî me diyar kiriye, em dixwazin gavên wê yên leşkerî yên li Iraqê jî bi çarçoveya hiqûqa navnetewî be. Rayedarên Iraqê li dijî êrişên ku bûne sedema mirina sivîlan û ji bo ku Tirkiye serweriya Iraqê û qada wê ya hewayî binpê kiriye helwest nîşan da. Ev helwest piştî êrişa ser kampa Mexmûrê ya 6'ê hezîranê ya êrişa hewayî ya Tirk ji hêla meqamên Iraqî ve hate dubarekirin.''