Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafira şer a Rûsyayê li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê hat xistin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, daxuyand ku li bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê balafira rûs a tîpa Su-25 hatiye xistin û pîlotê wê jî miriye. Hat diyarkirin ku pîlotê balafirê li cihê lê daketiye di pevçûnê de miriye.

Hat ragihandin ku pîlot bi paraşutê xwe ji balafirê avêtiye û li herêma ku di kontrola El Nûsrayê de ye daketiye.  

Li gor agahiyên ewil hat diyarkirin ku balafira şer a rûs, bi pergala parastina hewayî ya bi navê MANPAD’ê hatiye xistin.