Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê

  • cîhan
  • 14:04 15 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Serfermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl, ragihand ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li başurê Kurdistanê û binpêkirinên sînor li Wezareta Karên Derve ya Iraqê liv û tevgergeke dîplomatîk heye.
 
Bertekên li dijî êrişa Tirkiyeyê ya di 23’ê nîsanê de li dijî başûrê Kurdistanê hat destpêkirin didomin. Berdevkê Serfermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl, têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re axivî û ragihand ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li başurê Kurdistanê û binpêkirinên sînor li Wezareta Karên Derve ya Iraqê liv û tevgergeke dîplomatîk heye û wê ev liv û tevger bidome.