Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?

  • cîhan
  • 11:22 14 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE – Di rojeva Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkkomar Recep Tayyîp Erdogan ku wê li Civîna Bilind a NATO’yê hevdîtin pêk bînin de S-400, geşedanên li Sûriyeyê, pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo Balefirgeha Kabîlê hene. 
 
Civîna Bilind a NATO’yê ya Serokan, piştî hilbijartina Serokê Amerîkayê Joe Biden îro cara yekemîn pêk tê. Rojeva sereke ya civînê pêşveçûnên siyasî û aborî yên Çînê ne. Di vê çarçoveyê de wê welatên NATO’yê vê rewşa Çînê bi hev re binirxînin. 
 
Berovajiyê serdema Donald Trump, NATO li dijî Çînê ne xwedî helwesteke dijmanene ye. Lê di salên dawîn de zêdebûna çekdarbûna Çînê jî li ber çav tê girtin. Tê payîn ku di mijara Çînê de di civînê de girîngiya hevpar a Asya-Pasîfîkê jî bê destnîşankirin. 
 
HEVDÎTINA BIDEN Û PÛTÎN
 
Yek ji mijara civînê jî wê zêdekirina leşkerî ya Rûsyayê ya li sînorê Qirim û Ûkraynayê be. Rayedarên NATO’yê, helwesta Rûsyayê weke “êrişkar” dinirxînin. 
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Qesrê Spî ve derbarê civînê de hat parvekirin de hat diyarkirin ku wê ev mijar di civînê de cih bigirin: “Polîtîka û çalakiyên stratejik ên êrişkariya Rûsyayê dihewînin; Zehmetiyên ku Çîn li dijî ewlehî, aramî û nirxên me datîne holê; gefên navneteweyî yên mîna terorîzm û gefên siberi û guhertina avhewayê.”
 
Biden, wê piştî civînê di 16’ê hezîranê de li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinek pêk bîne û mijarên li jorê qala wan hat kirin binirxîne.  
 
WÊ KONSEPT BÊ NÛKIRIN
 
Li aliyê din di rojeva civînê de wê nûkirina Konsepta Startejiya 2010’an ku peywirên bingehîn ên di qada ewlehî û armanca NATO’yê diyar dikin jî cih bigirin. Di hin beşên stratejiya niha de wê sererastkirin bên kirin û gef û cerebeyên li gorî şertên îro bên terîfkirin. 
 
Ji bo ku ev xebat bêyî astengî bên kirin wê di civînê de çavkaniyên maddî jî bên nîqaşkirin. Wê di civînê de bê xwestin ku butçeya NATO’yê bê zêdekirin lê hin welat li dijî vê daxwazê ne. Di dema Trump da ji welatên Ewropayê dihat xwestin ku zêdetir xerckirinan bikin lê tê gotin ku wê di vê mijarê Biden vegere beriya serdema Trump. 
 
HEVDÎTINA BIDEN Û ERDOGAN
 
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo civîna ku wê îro dest pê bike, duh çû Brukselê. Wê Erdogan bi gelek serokan re hevdîtinan bike. Wê hevdîtina di navbera Biden û Erdogan de jî pêk bê. Di rojeva Biden û Erdogan de wê S-400, geşedanên li Sûriyeyê, pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo Balefirgeha Kabîlê û pirsgirêkên li Lîbyayê hebin. 
 
Tê diyarkirin ku wê Erdogan mîna serdema Obama û Trump ji Biden daxwaz bike ku piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) vekişîne. Tê gotin ku Erdogan bi pêşniyara ku  kontrola Balefirgeha Kabîlê dewrî wan bê kirin çûye civînê û amade ye leşker bişîne. 
 
Li aliyê din beriya hevdîtinê gengeşiya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de zêde bûye. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ev tişt gotibû: “Hin caran Tirkiye ne weke hevpareke NATO’yê tevdigere.” Tê payîn ku ev helwesta Blinken jî di civînê de bê rojevê.
 
Lê wê rojeva sereke ya hevdîtinê kirîna S-400’an a ji Rûsyayê be. Tirkiye di vê mijarê de paşde gav navêje. Di daxuyaniyên ku beriya hevdîtinê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin dayîn de israra bikaranîna moşekê didome
 
HEVDÎTINÊN ERDOGAN 
 
Wê Erdogan, bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re hevdîtin pêk bîne.
 
Her wiha wê Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re hevdîtin pêk bîne.