Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’

  • cîhan
  • 19:38 24 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê DYE’yê Joe Bîden, ji bo bûyerên di sala 1915’an rû dan de, got “qirkirin e." 

 
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê (DYE) Joe Bîden, di daxuyaniya bi boneya salvegera bûyerên sala 1915’an weşand de, gotina “qirkirin” bi kar anî. Bîden, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, du caran peyva “qirkirinê” bi kar anî.
 
Her du baskên Kongreya DYE’yê, di sala 2019’an de, biryarên naskirina qirkirina sala 1915’an qebûl kiribûn. Herî dawî ji her du partiyan, ji 100 zêdetir endaman ji Bîden re nameyek şandibûn û jê xwestibûn ku di 24’ê Nîsanê de, Komkujiya Ermeniyan nas bike.
 
SOZA HILBIJARTINÊ BÛ 
 
Naskirina Komkujiya Ermeniyan, yek ji soza hilbijartinê yên Bîdem û Alîkara Serok Kamala Harrîs bû.