NAVENDA NÛÇEYAN - 17 rêxistinên li Elmanyayê, piştgirî dan kampanyeya "Dem hatiye: Li Tirkiyeyê Ji Bo Aştiyeke Adîlane Ji Abdullah Ocalan Re Azadî" ya KHRAG û COSATÛ dest pê kirin.
Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 11'ê Çilaya 2021'an de, dest bi kampanyeya "Dem hatiye: Li Tirkiyeyê Ji Bo Aştiyeke Adîlane Ji Abdullah Ocalan Re Azadî" kirin.
Di çarçoveya kampanyayê de, ku tê xwestin Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re name hatin nivîsandin. Di nameyan de hate ragihandin ku li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê divê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi rengekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê.
Li Elmanyayê jî hejmara saziyên ku piştgiriyê didin kampanyayê zêde dibe. Herî dawî 17 rêxistinan daxuyanî dan û tevlî kampanyayê bûn. Navê rêxistina wihane:
"Alîkariya Sor (Rote Hilfe) ku li 40 bajarên Elmanyayê şaxên xwe hene, zêdeyî 10 hezar endamên xwe hene û piştgiriyê dide girtiyan, rêxistinên ciwanan Grüne Jugend ên eyaletên Hamburg û NRW yên Partiya Keskan, Seebrücke Berlin, Womend Defend Rojava (Kampanya Jin Rojava Diparêzin), Tevgera Femînîst a bi navê 'Têkoşîna Hevpar' (Gemeinsam kämpfen) , Kampanya Mexdûrên Tundiya Polîsan a Nijadperest (KOP), Kampagne Rheinmetall Entwaffnen, Rojava-Solibündnis Leipzig, Attac Hamburg, Antifa Lüneburg Unzen, Make Rojava Green Again, Piştevaniya Sendîkayê ya Komunîst KOMintern, Antifaschistische Aktion Lüneburg/Uelzen, Migrantifa Berlin, Attac Dortmund, Feminist Parti Die Frauen."
Meclîsa Gel a Tamîl Eelam û Ya Basta Netzwerk ên li Elmanyayê jî çend roj berê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ew tevlî kampanyayê bûne.