Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê Serokkomar Macron ê qebûl nake ku hemwelatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ'ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin li welatê wî bên darizandin de, serî li UCM'ê hat dayîn.
 
Komek ji parêzer û akademîsyenan pêk tê, derbarê Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron ê ku qebûl nake welatiyên Fransa yên çeteyên DAIŞ'ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, li welatê wî bên darizandin de, serî li Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM) da.
 
Li gorî nûçeya di rojnameya Lîberatîon cih digire de, parêzer û akademîsyenan, bi hinceta sûcê şer derbarê Macron de serî li UCM'ê dan. Dosyeya serlêdanê ya ji 50 rûpelan pêk tê, ji aliyê parêzer Marîe Dose, Lûdovîc Rîvîere û Gerard Tcholakîan û akademîsyen Camîllîe Cressent û Aûgûstîne Atry hat amadekirin.
 
Parêzer Marîe Dosê ya derbarê dosyayê de agahî dan wiha got: "Macron sûcê şer dike. Emmanûel Macron ê ku Serokkomar û serokê hêzên çekdar e, dixwaz zarok û dêya wan ên Fransiz neyne, lê rayedarên Rojava yekser bang dikin. Me digot belkî biryarên Belçîka û Fînlandiya yên di demên dawîn de biryara Macron nerm bike lê ew ji bo astengkirina ragirtina zarokan û darizandina jinên Fransiz israr dike.”
 
Macron, ji sala 2019'an ve jin û zarokên çetên DAIŞ'ê yên li kampan tên ragirtin, red dike û qebûl nake ku li welatê wî bên darizandin.