HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku bi Sekretera Giştî ya KE’yê Marija Pejcinovic Buric re hat gel hev wiha got: “Divê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yekitiya Ewropayê re di çarçoveya rêgezên demokratik de bên bi rêvebirin.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy û Nûnerê Strasbûrgê yê HDP'ê Faîk Yagizay, bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê (YE) Marija Pejcinovic Buric re bi awayekî online hevdîtin pêkanîn. 
 
Sancar, di civînê de axivî û derbarê pirsgirêkên li Tirkiyeyê de fikir û pêşniyarên HDP’ê bi Buric re parve kirin. Sancar, destnîşan kir ku li dijî pêkanînên bê hiqûqî yên weke vekirina doza girtina HDP’ê, xistina parlementeriya Gergerlîoglû, zextên li ser mûxalîfan û siyasetmedarên din û betalkirina Peymana Stenbolê wê têkoşîna xwe ya demokratik bidomînin. 
 
SANCAR: PEYWÎR DIKEVE SER MILÊ KE’YÊ
 
Sancar, da zanîn ku nasnekirina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ne tenê tunehesibandina Konseya Ewropayê (KE) di heman demê de gefeke ser pergala mafên mirovan a Ewropayê ye jî û wiha got: “Divê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Ewropayê re di çarçoveya rêgezên demokratik de bên bi rêvebirin. Di vê mijarê de peywîrên girîng dikeve ser milê KE’yê.”
 
BURIC: EM DI DIYALOGÊ DE BIN
 
Piştî Sancar Buric jî axivî û diyar kir ku di serî de pêkanînên li dijî HDP’ê hemû pêkanînên li dijî muxalefetê ji nêz ve dişopînin. Buric, da zanîn ku li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê, girtin û binçavkirina siyasetmedaran ji bo ku Tirkiye peywîra xwe ya navnetewî bi cih bîne wê hewl bidin. Buric, destnîşan kir ku piştî biryara DMME’yê divê Demîrtaş demildest hatibûna berdan û destnîşan kir ku wê di demên pêş de bi endamên HDP'ê yên li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropyayê (AKPM) re di diyalogê de bin.