Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Fransayê, beriya bernameya (Erdogan Taybet) ku wê îşev di televizyona dewletê ya Fransayê de bê weşandin, bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin û 12 kes hatin binçavkirin. 
 
Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên wê Marsîlya û Dragûnyanê, îro serê sibehê polisên fransayî bi ser mal û komeleyên kurdan girtin. Di operasyona li Marsîlyayê de polisan bi şikandina deriyê Navenda Civaka Kurd ketin hundir û lêgerîn pêk anîn. 
 
Her wiha polisan bi ser dikana bi navendê ve û 6 malan de jî girtin û 6 kesan binçav kirin. Gelek kurd ji bo şermezarkirina operasyonê hatin ber navendê û ji bo demekê rê ji trafîqê re girtin û çalakî li dar xistin. Li bajarên din jî operasyonên bi heman rengî pêk hatin. Bi van operasyonan re hejmarê kesên li welat hatine binçavkirin derket 12’an. 
 
Balkêş ev operasyon beriya bernameya (Erdogan Taybet) ku wê îşev di televizyona dewletê ya Fransayê de bê weşandin, pêk hatin. Wê di bernameyê de têkiliyên di navbera Fransa û Tirkiyeyê de bên nirxandin û hevpeyvîna ku derbarê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re hatiye kirin bê weşandin. Ev hevpeyvîn piştî hevdîtina di 5’ê adarê ya di navbera wan de hatiye çêkirin.