Daxuyaniya DYA’yê ya der barê Efrînê de

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê ya DYA’yê di daxuyaniya xwe ya ewil a ji bo Efrînê de bang kir ku hemû alî xwe ji şidetê dûr bixin.

DYA’yê têkildarî bombebaran Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê daxuyanî da. Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway, got ku ew gumanên ewlehiyî yên Tirkiyeyê fêm dikin û operasyona li hemberî Efrînê ne oeprasyoneke koalisyona ku DYA pêşengiya wê dike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê welatê wan mudaxilî geşedanên li Efrînê nebe.

Rankine-Galloway ev tişt gotin: “Em bang li hemû aliyan dikin ku rageşiyê zêde nekin û dibêjin li ser têkbirina DAIŞ’ê rawestin. DYA, PKK’ê destek nake. Li Efrînê operasyoneke koalisyona ku DYA pêşengiya wê dike tune ye, çimkî li ser operasyonên ku DAIŞ’ê hedef digire hûr dibe.”