Parlementoya Ermenîstanê jenosîta Êzidiyan qebûl kir

  • cîhan
  • 14:14 17 Çile 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇAYAN - Parlementoya Ermenîstanê pêşnûmeya Jenosîda Êzidiyên li Şengalê ji aliye DAIŞ’ê ve pêk hat, qebûl kir. 

Parlamentoya Ermenîstanê, komkujiya Êzidiyan a di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat weke ‘jenosîtê’ qebûl kir. Ev biryar bi 91 dengan hat qebûlkirin. Di metna biryarê ya vê pêşnumeyê de ev tişt hat gotin: “Em  komkujiya li dijî gelê Êzidî ya di sala 2014’an de ji aliye DAIŞ’ê ve pêk hat qebûl dikin û bi tundî şermezar dikin.” 
 
Alîkarê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Ermenîstanê Rostem Mahmudya, ku bixwe jî kurdekê Êzidiye ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Ez bang li raya Navneteweyî dikim ku encamên komkujiya  li dijî gelê Êzidiyan lêkolîn bikin. Ev sûcên hovane, di salên 1915 û 1923’yan de li dijî civaka Ermenî jî pêk hatin. Divê civaka navneteweyî lêpirsîna van hemû sûcan bikin. Girînge ku yên ku ev sûc kirin sûcdar bên dîtin.”
 
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî gelê Êzidî yên Şengalê kiribûn û di êrîşê de gelek Êzidî hatin qetilkirin, revandin û koçber kirin.