Keştiya penaberan noqî avê bû

  • cîhan
  • 15:55 9 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiya xwest penaberan derbasî Yûnanîstanê bike, di Behra Egeyê de noqî avê bû. Zarokek 6 salî xeniqî û 17 kes jî hatin rizgarkirin. 
 
Keştiya xwest penaberan ji Tirkiyeyê, derbasî Yûnanîstanê bike, li nêzî Girava Samosê noqî avê bû. Di vê bûyera duh rû da de, zarokek 6 salî jiyana xwe ji dest da û 17 kes hatin rizgarkirin.