Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin

  • cîhan
  • 13:55 1 Cotmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Înîsiyatîfa Nor Zartongê, derbarê şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ev bang kir: “Em helwesta Tirkiyeyê ku piştgirî dide şer û pîroz dike şermezar dikin. Di serî de Tirkiye em bang li hemû hêzên dijberî şer dikin ku ji bo agirbnest û aştiyeke mayîn de bikevin nav tevgerê.”
 
Înîsiyatîfa Nor Zartongê, derbarê şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ku di 27’ê îlonê de dest pê kiribû, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Zartongê, diyar kir ku welatên sêyemîn ji bo berjewendiyên xwe şer kûr dikin û xesara herî mezin gel ji vê yekê dibînin. 
 
REXNEYA LI MUXALEFETÊ
 
Zartongê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku Serokkomar Tayyîp Erdogan şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de gur dike û ji bilî HDP’ê muxalefet jî piştgiriya vê yekê dike û ev bang kir: “Em helwesta Tirkiyeyê ku piştgirî dide şer û pîroz dike şermezar dikin. Di serî de Tirkiye em bang li hemû hêzên dijberî şer dikin ku ji bo agirbnest û aştiyeke mayîn de bikevin nav tevgerê.”