Zimanê zikmakî bi weşaneke hevpar diparêzin

img
STENBOL - Endamê Weşana Giştî ya Rojnameya JINEPS'ê Erdogan Yilmaz, anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser zextên li ser zimanê wan ê zikmakî salê 4 caran bi çerkezî bi hin rojnameyan re weşaneke hevpar dikin û got, ev hevkarî li dijî "tunebûnê" ji bo destpêkê gaveke baş e. 
 
Çerkezên li Tirkiyeyê bi rojnameya JINEPS'ê ziman û çanda xwe diparêzin. Her wiha li Qafqasyayê jî Rojnameya Adige Mak bi zaravayê adixabzeyê rojava, rojnameya Dige Psale û Çerkez Hekû bi zaravayê adixabzeyê rojhilat û rojnameya Şapsûgiya jî bi zaravyê şapsix adixabzeyê weşana xwe dikin. Ev her çar rojname ji bo balê bikişînin zer zextên li ser zimanê çerkezî salê 4 caran weşaneke hevpar dikin. Rojnameya JINEPS'ê ku li Tirkiyeyê çap dibe jî îsal di 14'ê Adarê cejna zimanê Adixeyê de daxilî nav vê weşana hevpar bû. Rojnameya hevpar ku JINEPS tev lê bûye hejmara wê ay duyemîn di 21'ê Gulanê de çap bû. 
 
Endamê Weşana Giştî ya Rojnameya JINEPS'ê Erdogan Yilmaz, behsa hevkariya navbirî kir û got, sê kes çûne Komara Maykopê ya li Qafqasyayê û li wir hem bi gelên wir re hem jî bi Wezîrê Çandê re hevdîtin çêkirin. Yilmaz, bilêv kir ku di dema hevdîtinê de fikra xwe ya ji bo rojnameyê bi wezîr re parve kirine û got, paşê bi pêşniyaza wezîr re biryara derxistina rojnameyeke hevpar girtine. 
 
Yilmaz, got: "Ji me re got, 'Madem hûn li Tirkiyeyê rojnameyê derdixin, li 4 herêmên Qafqasyayê her sal sê mehan carekê rojnameyeke hevpar derdikeve. Hûn jî tev li wan bibin.' Li ser vê yeko yeko me serdana rojnameyan kir. Me hevdîtin çêkirin. Em li ser tiştekî hevpar li hev kir. Dû re me di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dest pê kir; di salvegera qirkirinê û di meha Îlonê û dawiya salê de 4 caran em bi zimanê xwe yê zikmakî rojnameyekê derdixin." 
 
HEMÛYAN KUŞTIN 
 
Yilmaz, anî ziman ku di dîrokê de çerkez tim û tim bi şer û sirgûnan re rû bi rû mane û got, hê jî çerkez newêrin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Yilmaz, destnîşan kir ku heman tişt li Tirkiyeyê jî heye û got: "Berê mezinên me digotin 'nebêjin em çerkez in.' Gava me sedema wê dipirsî digotin 'Çerkezan hemûyan kuştin.' Gava em li gund bûn, ji ber ku bi çerkezî diaxivîm mamoste ceza li min dibirî, li min dida. Heya 7 saliya xwe jî min bi tirkî nizanibû. Birayê min ji ber vê dev ji dibistanê berdan. Ji ber zext û lêdanên mamosteyan dev ji dibistanê berdan. Ji dêvla dibistanê zimanê xwe tercîh kirin. Berteka wan bi vî rengî bû." 
 
TÊKOŞÎNEKE HEVPAR 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku gel bi têkoşîneke hevpar dikarin li dijî zext û zoriyan bisekinin û got: "Heger em gel pev re vê meseleyê hel nekin, em ê nikaribin bi tena serê xwe rizgar bibin. Ne çerkez, ne kurd, ne laz, ne ermenî, ne jî hemşînî. Rêyeke hevpar şert e." 
 
MA / Mehmet Aslan