Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin

img
 
AMED - Lêkolînerê Zimanê Kurdî Jiyar Cehaferd di gotûbeja ku Tora Ziman û Çanda Kurdî li dar xist de diyar kir ku li bakûr û rojhilatê Kurdistanê ziman di rewşeke xirab de ye û got: “Dema mirov bi zarokên xwe re neaxive ew ziman winda dibe. Gava ku zimanek biçe gelek tiştan bi xwe re dibe.”
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî di çarçoveya 15’ê Gulanê de, di roja duyemîn a bernameya  xwe de gotûbêja bi navê Zaravayên Kurdî li dar xist. Gotûbêj, li ser hesabê Twîtterê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi awayekî zindî bi moderatoriya Evîn Durre û beşdariya Lêkolînerê Zimanê Kurdî Jiyar Cehanferd hat lidarxistin. 
 
‘DEMA ZIMAN TÊK BIÇE HEBÛNA NETEWEYEKÊ JÎ TÊK DIÇE’
 
Cehanferd, diyar kir ku civaka kurd niha ji hev du cuda bûye û got: “Civaka me niha ji hev du cuda bûye. Li her çar parçeyên Kurdistanê ketine bin bandora çandeke din.” 
 
Canferd, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li bakûr û rojhilatê Kurdîstanê û got: “Bi tevahî rewşa zimanê kurdî ne baş e. Zimanzan dibêjin heşt qonax hene ku zimanek têk biçe. Pêvajoya şeşem pêvajoyeke xirab e ji bo pişaftina zimanî. Gava ku dê û bav bi zarokên xwe re bi zimanê xwe neaxivin ew rewşeke xirab e. Li Rojhilat û Bakûr zimanê me di rewşeke xirab daye. Em niha bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Dema mirov bi zarokên xwe re neaxive ew ziman winda dibe. Ji ber ku ziman hebûna mirov e. Tu bixwazî nêrîna gelekî bişopînî divê tu li zimanî binêrî. Gava ku zimanek biçe gelek tiştan bi xwe re dibe. Folklor, çand, nêrîna mirov bi xwe re dibe. Hebûna neteweyekê têk diçe. Rewşa zimanê kurdî li Rojhilat li bajarê Kirmanşahê xirabe mixabin. Zêdetir farisî diaxivin. Îlam û Ûrmiye jî hinek xirabûye.”
 
‘ERKA HER MIROVÎ BI ZIMANÊ XWE AXIVÎNE’
 
Cehanferd, qala zaravayên kurdî kir û xwest ku akademiyeke li ser hemû zaravayên kurdî bixebite were damezrandin. Cehanferd, anî ziman ku erka her mirovî ye ku bi zimanê xwe bixwîne, binivîsîne û got: “Kovara J li Ewropa demaselekê carekê li Elmanyayê bi zaravayê Kelhorî tê çapkirin û ji welat re dişînin. Hêvî dikim ku di pêşerojê de hemû zaravayên me di kovarê de bicih digirin. Hevîdarim ne tenê roja ziman hemû roj bibin zimanê kurdî.”
 
Bername bi xwendina helbestên zaravayên lorî û kurmancî bi dawî bû.