Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin

img

AMED - Endamê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç, diyar kir ku saziyên ziman yên kurdî dê bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de kampanyaya alfabeya kurdî bidin destpêkirin.

Endamê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray der barê bernameyên xwe û Roja Cejna Zimanê Kurdî de axivîn. Bîlgîç, diyar kir ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî, dê saziyên zimanê kurdî yên bajarên cuda di 15'ê Gulanê de kampanyaya belavkirina alfabaye kurdî, xwendin, nivîsandin, taybetmendiya kurdî û danasîna wêjeya kurdî bidin destpêkirin. 
 
‘EM DIXWAZIN ALFABEYA KURDÎ BELAV BIBE’
 
Bilgîç, anî ziman ku wê saziyên kurdî bi awayekî hevpar bernameya Cejna Ziman amade bikin û got: “Enstituya Ziman a Stenbolê û Amedê, MED-DER, Saziya Ziman a Mereto ya Elihê û Avesta ya Îzmîrê pêşengtiya vî karî dikin. Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanxaneyên Kurdî, sazî û dezgehên cuda jî piştgiriyê didin. Kampanya wê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî were deklerekirin, di hemû hesabên saziyan de danasîna kampanyayê û formên serlêdanê dê werin belavkirin. Yên formên serlêdanê dagirtin wê piştî Cejna Remezanê beşdarî dersa bibin. Ders wê 4 hefte dom bikin. Di van 4 çar hefteyan de armanca kampanyayê kesên ku derfeta hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe nedîtine ji bo wan e. Ew ê her roj ders hebin lê kesên serî lê didin dê hefteyê rojekö beşdar bibin. Di formên serlêdanê de dixwazin kîjan rojê tevlî bibin an jî kîjan saatê dixwazin tevlî bibin li gor vebijerka roj û saetan bijartî wê hefteyê rojêke tevlî bibin. Bi vê mebestê piştî 4 hefteyan em dixwazin alfabeya kurdî zêdetir were nasîn, xwendin û nivîsîna kurdî belav bibe.” 
 
‘NE ROJEKÊ HER ROJ KURDÎ’
 
Bilgîç, anî ziman ku bı awayeki onlinê ji kesê rojekê du saetên xwe veqetîne, weke fîlmekê temaşe bike dikare der barê zimanê xwe de bibe xwedî hîn agahî û got: “Ji xwe kampanya jî bi mebesta ‘ne rojekê her roj bi kurdî, pîroz be cejna zimanê kurdî’ ye.” Bilgîç, da zanîn ku wek MED-DER ji bo pêşveberina ziman bênavber dersên hîndekariya ziman tên dayîn û got: “Li ser zimanê kurdî bênavber lêkolîn tên kirin. Di van lêkolînan de hinek berhem tên çapkirin, lijneya perwerdehiyê û lêkolînê heye. Ji bo asta destpêkê pirtûkek hat amadekirin. Ser folklorê xebat hene, ew jî dê wek pirtûk were weşandin. Bi vî awayî xebat berdewam dikin.”
 
‘HER GEL BI ZIMANÊ XWE TÊ NASÎN’
 
Bilgîç, dest nîşan kir ku her gel bi zimanê xwe tê nasîn, ziman tenê ne amûra ragihandinê ye û got: “Ziman, çandê, dîrokê, nasnameyê di nava xwe de dihewîne. Li gorî zimanzanan ziman mala hebûnê ye. Hebûneke bê ziman nikare xwe pênase bike. Ji ber vê yekê girîngî em didin Cejna Zimanê kurdî. Em dixwazin bi van xebatan ev roj di jiyanê de bi cih bigire. Em dixwazin van rojan di malên xwe de her roj bi zimanê xwe bijîn. Ji bo vê bername tên amadekirin.”
 
BERNAMEYA ZINDÎ ÇÊDIKIN
 
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray jî diyar kir ku ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî bi Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ya Merdînê re bernameyekê çêdikin û got: “Em ê li ser medyaya civakî di 15’ê Gulanê de bernameyeke zindî çêbikin. Bername dê li ser hesaba medya civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di saet 22.00’an de destpêbike heta saet 24.00’an. Hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyub Guven dê li ser ziman, Zimanzan Bahattin Rûbar Dîroka Zimanê Kurdî, Dengbêj Aytenxan Ziman û Dengbêjî, Helbestvan Nûrcan Delîl Helbest û Ziman, Helbestvan Ciwan Serhediyan dê helbesta bixwîne û ez ê jî li ser Ziman û Wêjeyê biaxivim. Moderator jî Ramazan Kaya ye.” 
 
‘GEREKE EM GIRINGIYA ZIMANÊ XWE BÎNIN ROJEVÊ’
 
Yaray, anî ziman ku gelê kurd bi taybtî di çend salên dawî de bêtir li zimanê xwe xwedî derdikeve û got: “Xwedîderketina ziman wê hîn bêtir pêş de here. Bila di her malê de kovar, rojnameyên kurdî hebin û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Gereke em girîngiya zimanê xwe bînin rojevê. Em dikarin yekitiyê li ser ziman ava bikin. Xwedî derketin çi qas xurt be em ê zimanê xwe bêtir pêşvebibin."
 
MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme