Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket

img
 
AMED - Kovara karîkatur Leman, bi berga mijara polîsê ku li Navçeya Nisêbînê bi çekê da ser pişta zarok û li wî da û bi sernavê "Vahşi Guneydogu" derket. 
 
Kovara karîkatur Leman, mijara bûyera li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku polîs bi çekê da ser pişta zarok û li wî da, girt berga xwe û bi sernavê "Vahşi Guneydogu" derket. Kovarê bal kişand ser sahmeya fîlmê "Vahşi Batı" ku xwîner ne xerîbe wê ne û di bergê de cih da xêza polîsê çek di destê wî de û Bahozê biçûk ê bi pêlîstoka xwe li hemberî wî rawestiya ye. Karikaturist Tunç, li bin xêza karîkatur ê ku polîs sîle li zarokê astengdar Bahoz dide de ev tişt nivîsî: "Li malên TOKÎ yên Nisêbînê, polis gule berda hewa û da ser pişta zarokên ku ji xwe re dilîstin. Polîs, Bahozê 8 salî yê astengdar û tîşortê zer lê ku nekarîbû bireve girt û li wî xist. Bahoz hêj nehatiye ser halê xwe.