Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir

img
ÊLIH - Serlêdanên ji bo 10’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kirin. 
 
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê û ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî, 10’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt li dar dixe. Şerzan Kurt, dema li Zanîngeha Muglayê dixwend di 11’ê Gulana 2010’an de di êrîşek nijadperest de bi guleya polîsekî hatibû kuştin. Bi vê munasebetê her sal li ser navê bîranîna Kurt ev pêşbazî tê lidarxistin.
 
Pêşbirkar çîrokan wê bi du zimanî pê bê. Di lijneya vebijêrên çîrokên kurdî de Umran Aran, Gulgeş Deryaspî, Çorê Arda, Yildiz Çakar, Meme Zinîstanî û Omer Kurd, di lijneya vebijêrên çîrokên tirkî de jî Ayşegul Tozeren, Gamze Guler, Îrem Uzunhasanoglû, Menekşe Toprak, Şengul Cna û Nejla Kurt cih digirin.
 
Şertên tevlîbûna pêşbirkê wihane:
 
1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
 
2. Zimanê pêşbaziyê, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
 
3. Heta 15’ê Îlona 2020’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.
 
4. Piştî ku encama 8’emîn Xelat Çîrokan a Şerzan Kurt aşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wek pirtûk bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
 
5. Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên aşkere kirin û xelat di 9’ê Mijdara 2020’an de digel bernameyekê wê bê dayîn.
 
6. Xelat, peykerekî ku bi xisûsî hatiye çêkirin e. Xelat wek pere nayê dayîn.”