15 romanên kurdî ên zêde hatine firotin

img

AMED - Pirtukakurdi.com'ê, lîsteya romanên kurdî yên di sala 2019'an de zêde hatine firotin parve kir. Romana "Şivanê Kurmanca" ya Erebê Şemo di serê lîsteyê de ye.

Malpera pirtûkan pirtukakurdi.com, lîsteya 15 romanên kurdî yên di sala 2019'an de herî zêde hatine firotin parve kir. Li gorî lîsteya malperê romana "Şivanê Kurmanca" ya Erebê Şemo di serê lîsteyê de ye. Her wiha li gor lîsteya hatiye parvekirin, li ser malperê herî zêde jî romanên Mehmed Ûzûn hatine firotin. 
 
Li gor daneyên malperê, di sala 2019'an de 15 romanên herî zêde hatine firotin ev in:
 
1-Şivanê Kurmanca-Erebê Şemo
2-Bîra Qederê-Mehmed Ûzûn
3-Wehşê di Hundirê Min de-Helîm Yûsiv
4-Siya Evînê-Mehmed Ûzûn
5-Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê-Mehmed Ûzûn
6-Mirina Kalekî Rind-Mehmed Ûzûn
7-Leqat-Recep Dildar
8-Hefsar-Hesenê Metê
9-Ev Rê Naçe Bihuştê-Yildiz Çakar
10-Sînem-Gulîstan Çoban
11-Gotinên Gunehkar-Hesenê Metê
12-Bîr-Nûdem Hezex
13-99 Morîkên Belavbûyî-Helîm Yûsiv
14-Stranên Sor Niviştên Mor-Rênas Jiyan
15-Şampaz-Sadiq Ûskan