Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat

img
STENBOL – Di 38'emîn Pêşengeha Pirtûkan a TUYAP a Stenbolê de herî zêde pirtûkên gramera Kurdî a xwendin û nivîsandinê eleqe dît. 
 
38'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya TUYAP'ê li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê heta 10'ê mijdarê berdewam kir. Di pêşengeha pirtûkan de di nava weşanxaneyên Kurdi de ji weşanên Kurdî herî zêde pirtûkên nivîsandin û xwendin yên gramera Kurdi eleqe dît. Dîsa kovar kurdî (kurmancî-kirmancki) ya qerfî “Zirîng” rastî eleqeyek mezin hat. Ji weşanên weşanxaneya Ar'ê herî zede pirtûka nivîskar Mevlut Aykoç a "Xwendin û nivîsandina Kurdî", "Asoyê Dînan", "Ferheng a Kurdî û Tirki" eleqe dît. Ji Weşenxaneya Sitavê pirtûka pirtûka Mehmet Oncu ya "Pêkenokên Gelêri" û "Serhati û Serpêhatiye Kurdan", "Şihîna Hespên Azad" û "Dersên Edebiyata Kurdî", Ji weşanên Aramê gelek pirtûk û kovar, ji weşanên Kurdî pirtûka Cewad Marwanî ya "Stranên Rîtmîk Ên Radyoya Erîvanê", Mahmut Yamalak a "Tarîderya" û pirtûka Hevserokê HDP'ê yê berê Selahahattin Demirtaş "Seher" a bi kurdi hatiye çapkirin rastî eleqeyê hatin. Dîsa ji weşanên Hîva, pirtûka "Zimanê Me", "Mîro" û "Rengîn" ji weşanên Pêrî ya Nezahat Baybaşin a "Pêlav" rastî eleqeyê hatin.