Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû

img

AMED - Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû. Dê gelek lîstik bên nîşandan.

Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû. Dê di navbera 14 û 30'ê mijdarê de gelek lîstik bên nîşandan. Şanoya Bajar a Amedê şanohezan vedixwînin nîşandana lîstikên xwe ya li Kargeha Galeriayê ya li navçeya Yenîşehîrê. 
 
Navên lîstikên ku dê di 14'ê mijdarê de dest pê bikin û heta dawiya mehê dewam bikin wiha ne:
 
14'ê Mijdarê
 
Xewna Şeveke Hevînê (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê
Nivîskar: William Shakespeare
Derhêner: Ferhad Feqî
 
15'ê mijdarê
 
Xewna Şeveke Hevînê (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê
 
16'ê mijdarê
 
Dawîya Dawî / Stand Up (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê
Derhêner: Kemal Gokhan Gurses
 
22'yê mijdarê
 
Xewna Şeveke Hevînê (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê
 
 23'yê mijdarê
 
Xewna Şeveke Hevînê (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê
 
24'ê mijdarê
 
Pîrê û Rovî / Lîstîka Zarokan (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê
Berhevkar: M. Malmîsanij
 
29'ê mijdarê
 
Xewna Şeveke Hevînê (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê
 
30'yê mijdarê
 
Xewna Şeveke Hevînê (19.30)
Şanoya Bajêr a Amedê