Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir

img
AMED – Kovara çand, wêje û ramanê Kirik Saat bi hejmara nû dest bi weşana xwe kir. Kovar bi sernivîsa nivîsên Tahîr Elçî ku beriya bê qetilkirin nivîsandiye pêk tê û xwe digihîne ber destê xwîneran. 
 
Kovara çand, wêje û ramanê Kirik Saat a di bin banê Weqfa Mafên Mirova ya Tahîr Elçî de tê derxistin bi hejmara nû dest bi weşana xwe kir. Kovar dê ji 3 mehan carek derkeve.  Kovar bi sernivîsa nivîsên Tahîr Elçî ku beriya bê qetilkirin nivîsandiye pêk tê û xwe digihîne ber destê xwîneran. 
 
Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Amedê ji bo parastina şûnwarên dîroka Sûrê di 28’ê 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê piştî daxuyanî ji bo parastina dîrokê da hatibû kuştin. Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî jî di kovarê de nivîsandiye. Gelek navdar bi nivîsên xwe di kovarê de cih digirin û bal dikişînin ser hiqûqê.