Civata ronakbir a navneteweyî kampanya piştevaniya kurdan da destpêkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên ku li seranserê Cîhanê bi nav û deng in li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi peyama "Em li gel kurdan e" kampanyeke piştevaniyê ya navneteweyî dan destpêkirin.

Bertekên li dijî Tirkiyeyê ku li gel abirbestê jî êrîşên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, zêde dibin û li qada navneteweyî piştevaniya ji bo kurdan her ku diçe mezintir dibe. 267 rojnamegerên kurd bang li Amerîka û Yekitiya Ewropayê (YE) kirin û jê wan daxwaz kirin ku rêveberiya xweser nas bikin û kurdan jî tevlî pêvajoya aştiyê bikin. Piştî vê yekê hunermend, nivîskar, mirovên zanîstê, akademîsyen û ronakbirên li seranserê Cîhanê bi nav û deng, peyamên piştevaniya navneteweyî ya kurdan da.  
 
JI MIROVÊN BI NAV Û DENG BERTEK 
 
Hunermendê ermenî yê ji Amerîkayê yê bi nav û deng Cher (Cherilyn Sarkisian): Lê min bihîst. Ez ji 11 saliya xwe ve zanim ku tirkên tiyê xwînê 2 milyon ermeniyan bi îşkenceyê kuştine. Leşkerên tirk hê jî tiyê xwînê ne, niha dê bi nîyeta Trûmp kurdan qir bikin.
 
Parastvanê mafê mirovan û xwedî xelata aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî: Divê em bibin dengê kesên li Rojava bi qirkirinê re rû bi rû ne. 
 
Lîstikvanê Game of Thronesê Lîam Cunnîngham: Em jî nekin ku Tirkiye ji sala 1952'an ve endamê NATO'yê ye. NATO kurdan bombebaran dike. 
 
Lîstikvanê li seranserê Cîhanê bi nav û deng Robert De Nîro: Îro serokekî (Trûmp) me yê ku difikire ku ganstar e lê ne gangstarekî baş e. Di nav dizan de rûmeteke gangstaran heye. Destê didî wan û dikarî soz bidî. Tişta ku tu xwediyê wê yî tenê soz e. Ew ji ji çavên te bawer in. Ewqas. Li cem vî mirovî rewşeke ne wiha ye.
 
Hunermendê kurd ê îsraîlî Hadasahh Yîshûrûn: Piştgiriya Kurdistan, Rojava dikim. Dixwazin ku pê re Hîtlerê civaka navneteweyî Erdogan bê girtin. Lewre wî xwişk û birayên me yên kurd kuşt. 
 
Lîstikvanê berê yê tîma fûtbolê ya Jûventûsê Claûdîo Marchîsîo: Anne Frank di rojnivîska xwe ya ku di sala 1942'an de girtiye de wiha dibêje: "Ez dibînim ku her diçe Cîhan diguhere cihekî xalî; bahoza ku dê me jî rojekî tune bike dibihîzim ku nêz dibe. Êşa ku bi milyonan kes dikişînin hîs dikim." Îro, Tirkiye piştî 77 salan dest bi bombebarana kurdan kir, divê em xwe berpirsyar bibînin. 
 
Aktîvîstê erdnîgarî, aborînasê siyasî, teorînasê civakî yê îngiliz Davîd Harvey: Ji ber êrîşa tirk a li ser nifûsa kurd a li Sûriyeyê tevlîbûna xwe ya Hevdîtina Civaknasiye ya li Enqereyê betal dikim. Ev sûcekî ku şermezarkirineke navneteweyî jê re pêwîst e. 
 
Serokê Komîteya Nivîskaran a ji bo Aştiyê yê PEN'a Navneteweyî Emmanûel Pîerrat: Em careke din bang li aliyan dikin ku bêyî ku dereng bixinin pevçûnê bi dawî bikin û rêz ji serweriya hiqûqê û azadiya ramanê re bigirin. 
 
Serokê PEN'a Etiyopyayê Solomon Haîlemarîam: Tiştên ku li herêmên kurdan ên Sûriyeyê pêk tên li dijî mirovahiyê ne û nayên qebûlkirin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî bêadeletiyê şer bikin. 
 
Alîkarê Serokê PEN'a Almanyayê Leander Sûkov: Em dibînin ku Artêşa Tirk ji bo ku mirovên li vi herêmê terorîze bike, bi hêzên îslamîst û komên mîna DAIŞ'ê re tevdigere.
 
Serokê Komîteya Piştîvaniya Nivîskarên Girtî ya PEN'a Swêdê Elîsabeth Lofgren: Bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest da. E bobelateke mezin a mirovî ye. 
 
 
JI 21 WELATAN 200 KESAN  ÎMZE DAN
 
Mirovên zanîstê û nivîskar û akademîsyen jî di nav de ji 21 welatan 200 kesan li dijî êrîşan kampanya îmzeyê dan destpêkirin. Di nav kesên ku îmze dane danezaneya bi ser navê "Em piştevaniya gelê kurd û gelên ku li Bakurê Sûriyeyê di berxwedanê de ne dikin" de ronakbirên mîna Noam Chomsky, Davîd Harvey, Etîenne Balîbar, Vîttorîo Sergî, Janet Bîehl û Raûl Zîbechî hene. 
 
'HUNERMENDÊN LI DIJÎ ŞER'
 
Julîde Kûral, Denîz Turkalî, Sûavî, Ferhat Tûnç û Aynûr Dogan jî di nav de "hunermendên li dijî şer" bi ser navê "Şer bidine rawestandin" kampanyayek dan destpêkirin. Di danezana ku hem bi kurdî hem jî tirkî hat weşandin de v tişt hat gotin: "Di nav aştiyê de; em jiyaneke biratî, parvekirin û demokrasî lê serwer dixwazin. Êdî bes e. Em naxwazin êşê bikişînin. Ji şer, derew û talanê re na."
 
JI HUNERMENDIN KURD KAMPANYA
 
Hunermendên kurd ku bi destpêkirina êrîşê re qonserên xwe betal kirin û daxwazên ku ji Tirkiyeyê hatin qebûl nekirin, ji bo pêkhatine yekitiya navneteweyî ya kurd hatin gel hev. Hunermendên ku klîbên hevpar amade kirin û gotinên wan gotin, li dijî êrîşan bang li hemû hunermendên Cîhanê kirin ku li cem kurdan cih bigirin.
 
Hunermendên ku qonserên xwe betal kirin û tevlî kampanyayê bûne bertekên wan wiha ne;
 
Muzîsyenê li seranserê cîhanê bi nav û deng ê rojhilatî Şehram Nazeri: Di van şertan nikarim kilaman bibêjim. 
 
Muzîsyenê kurd ê li seranserê cîhanê bi nav û deng û xwedîyê xelata Emmyê Kayhan Kalhor: Tu demê mirov nikare li hemberî zilm û qirkirina gelekî bêdeng bimîne. Muzika min ku çeka min e, di van şevan de li gorî Rojava eyar dibe û destê min li ser tetika muzîka min ku çeka min e. Şev û rojên giran derbas dibin. Em kurd bi berxwedanê dikarin dagirkeriyê bidine rawstandin. Weke kurd jî hêza me têra vê yekê dike. 
 
Hunermendê bi nav û deng Ciwan Haco: Bi hev re em dikarin jiyana bi milyonan rizgar bikin. Destûr nedin berdewamkirina qirkirinê. Dagirkeriyê rawestînin. 
 
Pêşmergeyê berê û hunermendê deng ê rojhilatî Helly Lûv: Îro ji ber serpêhatiyên li rojavayê Kurdistanê peyv di qirika min de tên girêdan. Kurdên ku bi salan li dijî DAIŞ û rêxistinên radîkal şer kirin îrıo ji hêla Cîhanê ve bi tenê hatine hiştin. 
 
Hunermend Nîzamettîn Ariç: Kêmasiyên me hunermend û ronakbiran jî di pêknehatina yekitiyê de hene. Em jî bi kêmasî ne. Ji ber wê ji bo neteweya me û bi taybetî ji bo rojavayê Kurdistanê divê em çalakiyan li dar bixin. 
 
Hunermend Şivan Perwer: Bes e lawo bes e. Me çikiriye ji we lawo me çikiriye ji we ku hûn ewqas êrîşî me dikin. Ewqas ji me re neyar in. Ne heyf e? Hûn ji mirovahiyê derketine. Netewperestnan, zalimnan, Em ê ji we re bernedin lawo, em ê li ber xwe bidin. Heta ku kesek ji me bimîne em ê li ber xwe bidin. Em ê Kurdistanê ji we re nehêlin.
 
Hunermend Bermal Çem: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşeke qirkirinê re rû bi rû ye. Mixabin îro li bakurê Kurdistanê bertekeke têrker tuneye. Li kurd dibe bila bibe divê kurd dengê xwe li dijî van êrîşên qirkirinê bilind bikin û ji bo parastina nirx û destkeftiyên xwe rabin ser piyan. 
 
Derhênerê bi nav û dengê şanoyê Şebnem Yûsifî: Weke hunermendên kurd divê ku di vê pêvajoyê de em dengê gelê Rojava bidine bihîstin.