Ji Evdirrehîm Rehmî Hekarî heta niha: Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje

img
WAN - Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje" dest bi Mihrîcana Şanoyê ya 2'yan a Mencelê dike. Wê mihrîcan di 10'ê Cotmehê de dest pê bike. Ev mihrîcanê diyarî Evdirrehîm Rehmî Hekarî tê kirin ku 100 sal berê texsta ewil a şanoya kurdî nivîsandiye. Şanoger Pelînaz Delazy, got: "Me replîk li replîkên Evdirrehîm Rehmî Hekarî zêde kirin û me xwe gihand roja îroyîn." 
 
Li Wanê, wê îsal bi dirûşmeya "Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje" Mihrîcana Şanoyê ya 2'yan a Mencelê bê lidarxistin. Wê mihrîcana ku ji aliyê Şanoya Mencelê ve bê lidarxistin di 10'ê Cotmehê de dest pê bike û wê hate 20'ê Cotmehê bidome. Wê di mihrîcanê de yek jê ji derveyîw elat û 11 jê ji Tirkiyeyê 12 lîstik bên lîstin. Her wiha wê di mihrîcanê de dans jî hebe û wê panel jî bên çêkirin. Wê lîstik li Sahneya Mencelê ya li Navenda Kar a Aydin Perîhan bên lîstin. Her wiha wê li navçeya Îpekyolû û Erdîşê jî bên lîstin. 
 
Wê di mihrîcanê de ligel lîstikên şanoyê yên kurd, wê yên tirkî jî hebin. 
 
Şanoger Perînaz Delazy, ji bo mihrîcanê gazî gelê Wanê kir. 
 
TU JÎ REPLÎKEKÊ BÊJE
 
Delazy, bilêv kir ku eleqeyeke mezin ji bo şanoya kurdî heye û got, li Wanê navnîşana şanoyê Şanoya Mencel e. Delazy, destnîşan kir ku ew û komên şanoyê yên alternatîf hatine gel hev û ji bo gelê Wanê bernameyek amade kirine û got: "Eleqe û xwedîderketineke baş ji bo mihrîcana ewil hebû. Loma me xwest em her sal mihrîcanê li dar bixin. Armanca me ew e ku em şanoyê bigihînin şanohezan û nîşan bidin ka şanoya kurdî çawa hatiye heta roja îroyîn û bi çi astengiyan re rû bi rû maye." 
 
Delazy, anî ziman ku wan ev mihrîcan diyarî Evdirrehîm Rehmî Hekarî kiriye ku 100 sal berê teksta ewil a şanoya kurdî nivîsandiye û got: "Gelek nivîskarên şanoyê hene ku em navên wan nizanin. Me jî daye dû vê ked û mîrateyê. Wê bi vî awayî şanoya kurdî winda nebe. Evdirrehîm rehmî hekarî, 100 sal berê replîka xwe ya ewil got û me jî replîk li vê replîkê zêde kirin û hatin heta roja îroyîn." 
 
BERNAMEYA MIHRÎCANÊ 
 
10'ê Cotmehê 
 
Zargotin Zêrgotin e
 
11'ê Cotmehê 
 
Mirin û Keçik
Medea
 
12'ê Cotmehê 
 
Medea
Ji Akademiyêre Raporek
 
13'ê Cotmehê 
 
Ji Akademiyêre Raporek
4 Kapı 40 Makam
 
14'ê Cotmehê 
 
4 Kapı 40 Makam
Dê Bigihijin Hevdû
 
15'ê Cotmehê 
 
Dê Bigihijin Hevdû
Du Jin Du Lîstikvan
 
16'ê Cotmehê 
 
Tırnak İçinde Hizmetçiler
Tırnak İçinde Hizmetçiler
 
17'ê Cotmehê 
 
Rulet
Bir Kadın Uyanıyor
 
18'ê Cotmehê 
 
Bir Kadın Uyanıyor
Xewnek Şeva Havînê
 
19'ê Cotmehê 
 
Xewnek Şeva Havînê
Tenê Ez
 
20'ê Cotmehê 
 
Tenê Ez