Ne dengbêj derdbêj e

img

WAN - Dengbêj Mûkaddes Yildirim a hêj 12 salî bû bi zilamekî 54 salî û du caran zewicîbû re bi darê zorê hatiye zewicandin, niha bi kilaman êş û kulên jiya ye distrê û hewl dide bijî. Yildirim ku ji xwe re dibêje "ez derdbêj im", dixwaze çanda dengbêjiyê bidome. 

Dengbêj Mûkkades Yildirim ku di sala 1983'yan de ji ber zext û zoriyên dewletê ji mecbûrî ji navçeya Xîzan a Bedlîsê koçî navçeya Miksê ya Wanê kir, ji zarokatiya xwe ve kilamên dengbêjan dibêje. Yildirim, gava 12 salî bûye bi darê zorê bi zilamekî 54 salî û du caran zewiciye hatiye zewicandin. Niha jî bi kilaman êşa xwe bilêv dike û hewl dide li ser piya bisekine. 
 
BI DARÊ ZORÊ HAT ZEWICANDIN 
 
Dengbêj Mûkkades, bilêv kir ku gava hîn zarok bû û li kuçeyan bi hevalên xwe re dilîst bi zorê hatiye zewicandin û got: "Wê çaxê du kes ji bo tûtinê bifiroşin tên Xîzanê û cendirme jî dane dû şopa wan. Bavê min jî wan tîne malê û vedişêre. Bi vîa wayî bavê min û tûtinvan dibin heval. Berî bizewice hevalê bavê min tûtinvan dibêje 'Hevjîna min û te her du jî ducanî ne. Eger keç û kur ji wan re çê bibin em ê wan bi hev re bidin zewicandin.' Ê tûtinvan keçek jê re çê dibe û diya min jî kurek jê re çê dibe. Paşê birayê min bi keça tûtinvan re zewicî. Lê piştî hevjîna tûtinvan dimire, ji bavê min re dibêje 'min keça xwe da kurê te û niha jî hevjîna min miriye, dixwazim bi keça te re bizewicim.' Gava bûm 12 salî min bi darê zorê bi kesekî 54 salî re zewicandin. 7 zarokên wî hebûn. Hin zarokên wî ji min mezintir bûn. Min bi salan ew xwedî kirin û em bi hev re mezin bûn. Neheqiyeke mezin li min hat kirin. Wê çaxê diviya ez li kuçeyan bûma û min ji xwe re bilîsta, lê min li zarokên ji xwe mezintir nerî û xwedî kir." 
 
'EZ DERDBÊJ IM' 
 
Dengbêj Mûkkades, bilêv kir ku ji ber sozên her du malbatan jiyana wê hatiye tarûmarkirin. Yildirim, diyar kir ku piştî hatiye zewicandin wê êşa xwe bi kilaman vegotiye. Yildirim ku ji bo xwe dibêje 'ez derdbêj im' got: "Jina kurd derdbêj, zilamê kurd jî dengbêj e. Çimkî jina kurd, tim ji bo tiştên hatien serê wê, ji bo zarokên xwe, ji bo xweza, qedexe, welat û zextan tim zêmaran dilewbîne. Ji ber mafê jinê yê axaftinê tune ye, çi biahta serê wê bi kilaman vedigot. Ez jî wisa dikim. Heta niha min 23 kasêt çê kirine. Her wiha min gotinên gelek stranan jî çê kirine. Eger nestrêm wê di dilê min de bibin lod. Axirê di çanda kurdî de dengbêjî heye, an jê em jin me yê çawa derd û kulên xwe bianiya ziman? Divê dengbêjî tim hebe." 
 
Yildirim ku tiştên hatin serê wê bi kilama xwe ya bi navê "Ez keçik bûm bi dilê şikestî" bilêv dike, di vê kilama navbirî de wiha dibêje: 
 
"Eman eman ez keçik bûm bi dilê şikestî
 
Eman eman bîst û şeşan ez dixewestim
 
Eman eman xwedê ji bavê min re qebûl neke 
 
Emen eman min neda xortek 14 salî
 
Min da hevalekî xwe ez 24 saetan digirim"
 
MA / Ayşe Surme