Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir

img

AMED – Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir û ji wan xwest ku vê waneyê ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Cizîrî da zanîn ku di vê mijarê bar dikeve ser milê siyasetmedarên kurd û wiha got: “Heke siyasetmedarên me ji bo vê yekê bang bikin dê xwedîderketina ji bo kurdî zêdetir bibe.”

Hefteya borî di 9’ê îlonê de serdema perwerdeyê ya 2019-2020’an bi nêzî 18 milyon xwendekar û nêzî milyonek mamosteyî dest pê kir. Li gel ku bi milyonanan zarokên kurdan jî diçin dibistanan, hê jî mafê wan ên bi zimanê xwe girtina perwerdeyê nehatiye nasîn. Ji ber vê yekê weke her sal, îsal jî bi hezaran zarokên kurdan bi zimanê ku pê nizanin dest bi perwerdeyê kirin. Ji sala 2012’an ve zarokên kurd piştî ku 4 salan bi zimanê tirkî ku qet pê nizanin perwerdeyê dibinîn, li dibistana navîn di pola 5’an dikarin weke waneya bijarte waneya kurdî hilbijêrin. 
 
POLÎTÎKAYÊN TÊN MEŞAND BANDORÊ LI KURDÎ JÎ DIKIN
 
Ji ber ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî ve dane nayên parvekirin, nayê zanîn ku çiqas zarokên kurd  waneya kurdî weke waneye bijarte hildibijêrin. Lê tê zanîn ku di salên dawîn de ji ber polîtîkayên ji aliyê desthilatê ve tên meşandin, bi gumana ku tiştekî neyê serê wan rêjeyek gelek kêm malbatên kurd ji bo zarokên xwe waneya kurdî weke waneya bijarte hildibijêrin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ku di dawiya sala 2018’an de bi beşdarbûna 9 partiyên kurd hat avakirin, vê mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxan. 
 
DAXWAZA WAN AVAKIRINA HIŞMENDIYA KURDÎ YE
 
Berdevk Şerefxan Cizîrî di destpêka axaftina xwe xebatên platformê yên ku di nav salekê de kirine bi bîr xist û destnîşan kir ku gelek tiştên ku dane pêşiya xwe pêkanîne û wiha axivî: “Piştî hilbijartinên herêmî me dixwest di serî de partiyên siyasî yên li Meclisê û saziyên fermî yên dewletê ziyaret bikin. Lê ji ber pêvajoya piştî hilbijartinê me ev pêk nanîn.” Cizîrî diyar kir ku ew wek platform dixwazin ku hişmendiya zimanê kurdî li nav civakê bilind bibe û ev tişt anî ziman: “Em nikarin xwe bikin şûna sazî û dezgehên kurdî yên din û qursan vekin û dersan bidin. Divê di serî de hestyarî û hişmendiyeke zimanê kurdî di civaka me de ava bibe.”
 
‘DIVÊ KU MALBAT BI ISRAR WANEYÊ BIXWAZIN’
 
Piştî vê agahdariyê Cizîrî bal kişand ser waneya bijarte ya kurdî û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Ji bo hilbijartina waneya bijarte ya kurdî dibe ku hin astengî derkevin. Dibe ku mamoste û midurê dibistanan astengî derxin. Lê divê ev nebe hinceta dev jê berdana vî mafî. Divê kurd ji bo zarokên xwe bi israr vê waneyê bixwazin. Van mamoste û miduran rast e rast nebe jî dibe ku medê xwe tirş bikin û zimanê kurdî biçûk bixînin û nexwazin ku malbat vê dersê ji bo zarokên xwe hilbijêrin.”
 
‘BAR DIKEVE SER MILÊ SIYASETMEDARÊN ME’
 
Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir û ji wan xwest ku vê waneyê ji bo zarokên xwe hilbijêrin û axaftina xwe wiha domand: “Divê ku malbat ji bo paşeroja zarokên xwe xwedî li vî mafî derkevin. Ev maf destpêke, hey em ji daxwaza xwe ya bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê danekevin. Ji bo vê yekê divê malbat bi xwe bawer bin. Tu ferqa zimanê kurdî ji zimanên din tuneye. Di her warî de bi pêş ketiye. Em dixwazin hê jî bi pêş bixin. Di vê mijarê bar dikeve ser milê siyasetmedarên me jî. Heke siyasetmedarên me ji bo vê yekê daxuyanî bidin û ji bo hilbijartina waneya kurdî bang bikin dê xwedîderketina ji bo kurdî zêdetir bibe. Çima zarokên kurdan hînê zimanê xwe nebin. Rast ev têr nake ne bes lê çima em bi kurdî nexwînim. Dê bi vê yekê pirtûk û xwendina bi kurdî, mamosteyên  kurdî jî zêde bibin. Bi ya min ev jî ji bo kurdî tiştekî baş e.”
 
‘GAVA CHP’ê GAVEKE ŞERMOKE YE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Cizîrî bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ya têkildarî zimanê kurdî û wiha pêde çû: “Gava ku CHP’ê avêtiye gaveke şermoke ye. Piştî ewqas dem gavavêtineke bi vî rengî ji bo CHP’ê cihê şermê ye. Lê em ê binêrin ka çi di tûrikê wan de heye. Divê dewleta û partiyên siyasî zanibin ku em ê dev ji daxwaza xwe ya perwerdeya bi zimanê kurdî bernedin. Em dev ji fermîbûna zimanê kurdî bernadin. Em dev ji daxwaza xwe ya ku ji bo zimanê kurdî saziyek ku ji aliyê dewletê ve bê fînansekirin bê avakirin bernadin.”
 
KONFERANS LI DAR DIXIN
 
Herî dawî Cizîrî agahiya lidarxistina konferanseke li ser zimanê kurdî jî da û têkildarî konferansê ev agahî parvekirin: “Em ê di meha pêşiya me de di 19-20’ê Cotmehê de li ser zimanê kurdî, li Amedê konferansek li dar bixin. Me armanc dikir ku ji her çar parçeyên kurdistanê û Ewropayê bi beşdariya 150 kesên ku bi zimanê kurdî ve dadikevin konferansa xwe li dar bixin. Lê ji ber şert û mercên ku demên dawîn pêk hatin, dibe ku bi vê hejmarê neyê li darxistin, lê em ê teqez konferansa xwe li dar bixin.”