Dayikên Laçik Spî xêz kirin: Min xwest li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim

img

AMED - Ercan Altûntaş, Dayikên Laçik Spî yên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de her roj nobet digirtin û tevî hemû zext û zoriyan jî terka qadan nedikirin, xêz kir. Altûntaş, dibêje: "Min xwest li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim." 

 
Wênesaz Ercan Altûntaş, Dayikên Laçik Spî yên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de her roj li ber girtîgehan nobet digirtin û dadiketin qadan û tevî hemû zext, zorî û heqaretan jî terka qadan nedikirin xêz kirin. Altûntaş, wêneyên xêz kirine li ser hesabê xwe yê Instagram û Twîtterê parve dike û dixwaze bigihên her kesî. Altûntaş, wêneyên Dayikên Kitanspî bi teknîeke hêsan xêz dike. Her roj wêneyekî xêz dike û parve dike. Atltûntaş dibêje: "Çîrok bi kitana spî dest pê dike. Dema mirov tiştekî têxe ser, divê wateya wê kitana spî derbas neke."
 
ÇÎROKA BI KITANA SPÎ DEST PÊ DIKE
 
Altûntaş, diyar dike ku ji destpêka grevên birçîbûnê heta pêvajo giran bû reflekseke baş a ccivakiyî rû nedaye, lê belê dayik ev bar hilgirtine ser milê xwe û bi komên biçûk daketine qadan. Altûntaş, bilêv dike ve yek wijdanê her kesî êşandiye û dibêje: "Her roj heqaret li dayikan dihat kirin û mirov jî tenê li ser medyaya civakiyî ev dîmen temaşe dikirin. Di wê pêvajoyê de fikirîm ku divê ez çawa dengê dayikan ragihînim û ji bo vê divê rê û rêbazeke çawa hebe. Wek ferd ez wêneyan xêz dikim. Min bi vê hevokê dest pê kir, 'Dema tu kêlîkê zevt bikî û tev bigerî, wekî ên din tu dikarî wijdanê civakê biafirînî.' Ez lê hûr bûm gelo ez ê karibim bikim û careke min dît ez di nav vê pêvajoyê de me."
 
Altûntaş ku dibêje "Çîroka bi kitana spî dest pê dike. Dema mirov tiştekî têxe ser, divê wateya wê kitana spî derbas neke" diyar dike ku ji ber vê wî wêne bi rêbazên hêsan xêz kirine. Altûntaş, bilêv kir ku divê mirov dernekeve derveyî rewşa heyeî û mubaxele neyê kirin û dibêje: "Min dikaribû li ser tuwaleke 4 metrekareyî xêz bike, lê belê armanca min ew bû ku  li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim." 
 
Hûn dikarin ji van lînkan xwe bigihînin wêneyên ku Altûntaş xêz kirine: 
 
https://www.instagram.com/jiyanmunzur/?hl=tr
 
https://twitter.com/Daramedd
 
MA / Zuhal Atlan