Li Qersê mihrîcan sibê dest pê dike

img

QERS - Mihrîcana Xweza û Çandê ya Serhedê ku îsal cara yekemîn ji aliyê Şaredariya Qersê ve bê lidarxistin dê sibê dest pê dike. Hevşaredar Şevîn Alaca diyar kir ku dê bajar bi mihrîcanê bêhneke baş bistîne û banga beşdarbûna mihrîcanê li gelê Qersê kir. 

 
Yekemîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Serhedê ku îsal cara yekemîn ji aliyê Şaredariya Qersê ve bê lidarxistin, dê sibê dest pê dike. Di çarçoveya mihrîcana ku 2 rojan berdewam bike de dê gelek şahî bên lidarxistin. Mêvanê mihrîcana ku dê li herêma Karadagê ku Keleha Qersê jî lê ye bê lidarxistin jî dest bi hatine bajêr kirine. Hevşaredar Şevîn Alaca banga beşdarbûna mihrîcanê li hemû gelê Qersê kir. 
 
Hevşaredar Alaca diyar kir ku ew Qersê weke gencîneyeke nepen dibînin û wiha got: "Em xebatên derketina holê ya vê gencîneyê dikin. Bernameya mihrîcana me xurt û em bawer dikin ku dê demeke xweş bi gelê xwe bidine derbaskirin. Hemû kesên ku bên mihrîcanê dê bibin xwediyê siûda dîtina deverên dîrokê yên bajarê me. Dê hunermend bi stranên xwe demeke xweş bi gel bidine derbaskirin. Dîsa dê berhemên xwezayî yên Qersê û stantên berhemên keda destê jinan bên pêşandan. Mihrîcan ji bo gelê me bibe tiştekî yekemîn. Ji niha şûn ve em ê mihrîcanên xweştir li dar bixin. Lê armanca me ya bingehîn ew e ku em vê mihrîcanê derbasî qada navneteweyî bikin. Em niha gelek bi kelecan in. Em di wê baweriyê de ne ku dê mihrîcan bê pirsgirêk û kêmasî derbas bibe. Ji bo gihandina gel a qada mihrîcanê dê serwîsên me yên bê pere hebin. Em gelê Qersê û hemû kesên ku ji Qersê hez dikin vedixwînin vê mihrîcanê." 
 
'DÊ QERS BÊHN BIGIRE'
 
Alaca destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Qersê bi mihrîcanekê heye û ev tişt anî ziman: "Me bajarekî ku di hêla şaredariyê de xebatên herî hindik lê hatibûn kirin dewr girt. Dê li ber şaredariya bingehîn divê em xizmetên bi rengî jî bikin. Dê mihrîcanê di nav salê de bidomin. Em li bendê ne ku hemû gelê me di vê mijarê de piştgirî bide me."