Pirtûka ‘Kê gurçik xwar?’ nedan girtî

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi hêceta “dê saziyê biçûk bixîne û zirarê bide rûmetê” pirtûka “Kê gurçik xwar? (Bobregî Kîm Yedî?)” ya Ozgur Amed nedan girtî. 
 
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê astengiya dayîna hin pirtûkan didome. Girtîgehê vê carê jî pirtûka “Kê gurçik xwar? (Bobregî Kîm Yedî?)” a Ozgur Amed bi hêceta “dê saziyê biçûk bixîne û zirarê bide rûmetê”nedan girtî. Mehek û nîv berê pirtûk ji girtiyê bi navê Avnî Uçar re hatiye şandin. Komîsyona Perwerdehiyê ya Girtîgehê pirtûk asteng kir. 
 
‘LI GIRTÎGEHAN RÛMET MAYE GELO?’ 
 
Nivîskar Ozgur Amed bertek nîşanî astengiyê da û da zanîn ku pirtûk ne qedexeye û tu palpişta vê yekê ya hiqûqî nîne. Amed destnîşan kir ku heke kêfa girtîgehê ji pirtûka wî re nehatibe hêj gellek çîrokên girtîgehê ku nenivîsandiye dê dest bi nivîsîna wan bike û got: “Gelo li girtîgehan rûmet maye?”