Dengbêj Necîbe klamên xwe ji bo Guven distirîne

img

ÎDIR - Yek jî berdewamkarên kevneşopiya dengbêjiyê Necîbe Akgol, li malên ku lê dibe mêvan klamên xwe ji bo Leyla Guven distrîne. Akgol, diyar kir ku ew feryad û îsyanên gelê Kurd dijîn, tîne ziman û got: “Hinek dikin wêne û bi nivîsandina helbestan vedibêjin. Ez jî, bi klamên xwe tînim ziman.” 

Necîbe Akgol a li Îdirê hîna di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kir, heya roja îro kevneşopiya dengbêjiyê dide dewam kirin û mîna berê diçe malan û klamên xwe distîrîne. Akgol ligel klamên kevneşopiyê, klamên  jixweberî jî distirîne. Akgol, di demên dawî de klamên xwe ji bo berxwedana Leyla Guven û grevên birçîbûnê dibêje. 
 
KEVNEŞOPIYÊ DIDE JIYÎN 
 
Akgol, diyar kir ku malbata wê hemû dengbêjin û wiha axivî: “Em li malan tên gel hev û bi cîranên xwe re şevbihurkan li dar dixin û hewl didin vê kevneşopiyê bidin jiyîn. Em li dawetan jî klam distirînin. Dîroke bi kok a dengbêjiyê heye. Tiştên tên jiyîn em bi klamên xwe re vedibêjin. Dengbêjek, hemû bûyerên civakî yên mîna eşq, koçberî, şer, mirin, şîn û keyfxweşiyan dikin klam û dibêjin. Dengbêjî wêjeya bi devkî ya çanda me ya herî bereye. Awayê jiyana me vedibêj. Ez bûm şahidê, mirovên me yên di bûyerên li Kobanê, Roboskî, Cizîr û Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û zextên li ser gelê Kurd. Dema ku ez van tînim ber çavên xwe, ew feryad û îsyan bandorê li zimanê min dike. Hinek dikin wêne û bi nivîsandina helbestan vedibêjin. Ez jî, bi klamên xwe tînim ziman. Ev mîrateya ku min ji malbata xwe girtî, ez nîşanî derdorên xwe û zarokên xwe dikim.” 
 
'EZ JI TÊKOŞÎNA WAN ÎLHAM DIGIRIM’
 
Akgol, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di demên dawî de ez klamên xwe ji bo Leyla Guven û girtiyan dibêjim. Ji roja ku grevên birçîbûnê destpê kirin, ez di klamên xwe de behsa têkoşîna grevên birçîbûnê dikim. Ez ji berxwedana Leyla Guven û girtiyan îlham digirim û têkoşîna wan distirînim. Tu ferqa kesên di greva birçîbûnê dene, ji yên zarokên min tuneye. Tekane armanca grevên birçîbûnê, şikandina tecrîdê ye. Ez vê rastiyê bi klamên xwe vedibêjim.” 
 
'GELO KIJAN DIL LI HEMBERÎ VÊ DIKARE LI BER XWE BIDE?’
 
Akgol, da zanîn ku divê piştgirî ji bo çalakgeran bê dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger tecrîd rabe, dê pêşiya aştî û wekheviyê vebe. Hemû cîhan jî baş dizane ku ev daxwaz daxwazên mafdarin. Li vî welatî herî zêde Kurdan zilm dît. Dayik ev çend mehin ji bo piştgiriya zarokên xwe li qadan rastî êrîş û zilmê tên. Gelo kijan dil li hemberî vê zilmê dikare li ber xwe bide? Divê em serî li hemberî zilmê netewînin. Zilma li me hatî kirin, ji xeynî me tu kes din nikare fêm bike. Ji ber vê divê em piştgiriyê bidin hev û li kêleka hev rawestin.” 
 
Gotinên klama Akgol ji bo Leyla Guven û girtiyan distirinên wihane; 
 
"Digot dayê ez Diyarbekirê dinêrim kevir ser kevira nema ye. 
 
Ez bala xwe didim hawara me kurda ye
 
Leyla 187 rojin greva birçîbûnê de ye
 
Ez ê xwe qurbanî te bikim Leylayê
 
Çavê wê li aşitî û biratiyê ye 
 
Ax delalê delal 
 
Digot ser serê me kurdan fermaneki xweş fermane 
 
Digot dayê ji me re fermane 
 
Digot bala xwe bidinê ji vir heta Kobanê xwîna me kurdan çiqas rijiya ye 
 
Ax delalê delalê
 
Digot dayê kesek ku alîkariya me bike tune ye 
 
Ax delalê delal"
 
MA / Ayşe Surme