Saman: Ji ber zimanê perwerdehiyê qedexe ye, ziman asîmîle dibe

img

HEWLER - Nûnerê PEN'a Kurd a Hewlerê û Demezirînerê Navenda Xanî ya ji bo Lêkolîna Hizrî, ziman, çand û nasnameyê Feredun Saman, bal kişand ser rewşa Kurdî û metirsiyên li pêş ziman. Saman, diyar kir ku ji ber perwerdehiya ziman qedexe ye, ziman bi hêsanî asîmîle dibe û wiha got: "Nivîsandina ziman a bi tîpên cuda ziman perçe dike. Ji bo parastin û pêşxistina ziman pêdivî bi biryara siyasî heye. Divê zimanzan li ser ziman îtîfaqê ava bikin." 

 
Nûnerê PEN'a Kurd û Damezirîner Navenda Xanî ya ji bo Lêkolîna Hizirî ya li ser Komên Etnîkî (yên wekî Êzîdî, Şebak, Feîlî, Yarsan, Kakaî, Bahaî) Fereydun Saman ku li ser ziman, çand û nasnameyê xebatê dike, diyar kir ku ew li ser asta semîner, konferans û diyalog û xebatê dikin û wiha got: "Me li ser rewşa êzidiyên Şengalê 3 semîner li dar xistin. Me li ser ziman, çand û kelepora wan niqaş kir. Dîsa ji bo hewremannasî, lek, lor kelhor, zazakî û li ser hemû beşên ziman, di navbera ziman û perwerde, ziman û mîdya de me diyalog kirin. Me li ser pirsgirêkên di navbera ziman û diyalektên din de xebat kir."  
 
DIVÊ ZIMANZANÊ KURD LI SER ZIMAN ÎTÎFAQÊ AVA BIKIN
 
Saman, destnîşan kir ku gelek asteng li pêş zimanê kurdî hene û wiha got: "Bi taybetî ji ber Kurdistan parçe bûye ziman jî perçe bûye. Di bin destê dewleta Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye de in. Gelek sedem û diyalekt hene. Kurdên Bakur, Kurdên Başûr û Rojhilat bi tîpên cuda dinivîsin. Kurdên Bakur bi tîpên latînî dinivîsin. Kurdên başûr û Rojhilat yanî Naveranst ew jî bi tîpên aramî û kurdên Rojava jî bi tîpên erebî dinivîsin. Zimanê kurdî li Başur ji aliyê dewleta Iraqê ve hatiye nasîn. Bi awayekî fermî dikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin. Lê mixabin ziman hêj li Rojhilat, Bakur û Rojava qedexe ye. Ji ber zimanê perwerdehiyê qedexe ye, ziman asîmîle bûye. Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dibêjin asîmîlekirina ziman û qedexeya ziman, jenosîd (komkujî) ye.  Qedexeya ziman komkujiya çandî ye. Divê akamedîsyenên Kurd zimanzanê kurd li ser Ziman îtîfaqê ava bikin. Ew jî bi rastî niha gelek zahmet e. Ji bo tifaqa ziman divê biryarek siyasî hebe." 
 
REWŞA ZIMAN MESELEYEK SIYASÎ YE 
 
Ji bo em astengiyan ji pêş ziman rakin xebatek mezin û demdirêj dixwaze. Heta niha me xebatek kir. lê bes ev têr nake. Divê em gelek tiştên din bikin. Me mehek berê li bajarê Xaneqîn yê dervê herêmê ku li qada dervê sînorê hatiye parvekirin xebat kir. Me li ser rewşa ziman Konferansek pêk anî. Berê 78 xwendingeh bi zimanê kurdî hebûn. Lê niha 7-8 xwendingeh bi zimanê kurdî hene. Niha ew xwendevanên van xwendingehan îro bi erebî dixwînin. Mixabin îro rewş nebaş e. Ev meseleyek siyasî ye. Divê biryara siyasî hebe. Divê dewletên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye dewletên demokrat bin. Baweriya wan bi mafên mirovan hebe. Divê ji mafên kêmaran ê ol, bawerî û çandê hurmetê nişan bidin û nas bikin."  
 
XEBATÊN ME YÊN JI BO ZIMAN HENE 
 
Saman, anî ziman ku xebatên wan ên ji bo ziman hene û got: "Ji bo em astengiyên li pêş ziman rakin, berê jî bernameyên me hebûn û niha jî hene. Me gelek kor, semîner û konferans ji bo ziman li dar xistin. Me li ser rewşa ziman xebat kir. Me gelek zimanzan û akademîsyen dawetî van xebatan kir, ji bo li ser rewşa ziman lêkolîn bikin. Mînak hevalek ji Almanya hat ji bo li ser rewşa zaravayê zakakî lêkolîn bike. Yek ji Rojava ji bo li ser rewşa Kurmancî hat. Hevalek ji Loristanê hat, niha çûye Îranê ew li ser rewşa zimanê lek, lor û helhor lêkolîn dike. Dîsa li ser rewşa Hewramî jî lêkolîn dikin."  
 
ÎRAN DIXWAZE LEK, LOR Û KELHOR WEKÎ ZIMANÊN SERBIXWE NAS BIKE
 
Saman, herî dawî bal kişand ser polîtîkayên Îranê yên li dijî zimanê Kurdî û wiha axivî: "Niha li Îran dewlet dibêje zaravayên lek, lor û kelhor zimanê serbixwe ne. Dixwaze wan nas bike. Lê ne wekî zimanê kurdî. Dîsa dibêjin Hewramî zimanekî serbixwe ye ne bi Kurdî ye. Li Tirkiye jî dibêje Zazakî serbixwe ye û ne bi Kurdî ye. Dixwazin her zaravayekî kurdî serbixwe nas bikin û têkiliya wan ji hev qut bikin perçe bikin. Ev perçekirin asîmîlekirina ziman e. Min li ser vê meseleyê semîner pêk anî. lêkolîn kir. Beşdarî xebatên beşên wêjeyê bûm, li Zankoya Koyê, Zankoya Raperîn û Zankoya Silêmaniyê min li ser ziman xebat kir. Mixabin dewlet û hikûmet alîkariyê nade me."  
 
MA / M. Alî Ertaş