Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî derket

img
AMED - Hejmara 8’emîn a Kovara Psychology Kurdî bi naverokek dewlemend derket.
 
Kovara Psychology Kurdî yekem kovara derûnnasiyê ya ku bi kurdî ye û ji çar mehan carekê tê weşandin. Kovara derûnnasiyê bi hejmara 8’emîn ku bi naverokek têr û tije ye gihîşt ber destên xwînerên xwe. Edîtorya kovarê di vê hejmarê de weke dosyayê cih daye mijara “Zarok û Derûniya Zarokan” û ji bilî dosyayê gelek nivîsên cuda jî di kovarê de cihê xwe digirin. 
 
Psychology Kurdî di hejmara 8’emîn de li ser van mijaran rawestiya ye:
 
"* Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Psîkojî, Dîn û Civak”ê bi zimanekî zanistî û bi awayekî hurgilî ji xwendevanan re têkiliya psîkolojî, dîn û civakê rave dike.
 
* Psîkoterapîst David A. Porter bi nivîsa xwe ya “Bêpergaliya Kesayetiya Dijcivakî di Kategoriya DSM-5ê de: Bêpergaliyên Kesayetiyê” ku ji aliyê Bîlal SEMSÛRÎ ve hatiye wergerandin, li gorî rêzikên DSM-5ê (The Diagnostic and Statistical Manual of Mantal Disorders – Destpirtûka Teşxîs û Statîstîkên Nexweşiyên Zihnî) bêpergaliya kesayetiya dijcivakî bi me dide nasîn.
 
* Prof. Dr. Ayşegül Ataman ku di warê perwerdehiya taybet de bi xebat, lêkolîn û nivîsên xwe tê nasîn, me bi berfirehî di vî warî de hevpeyvîneke têr û tije kir da ku hûn jê sûd werbigirin.
 
* Doç. Dr. Recep Tutucu bi nivîsa xwe ya “Kesayetiya Dijcivakî û Şideta Dema Zaroktiyê” ya ku ji aliyê Siyabend ASLAN ve hatiye wergerandin, tevlî me bû û di vê nivîsê de bi zimanekî zanistî li ser şideta dema zaroktî û kesayetiya dijcivakî ya zarokan radiweste. 
 
* Derûnnas û Terapîsta Hunerê Ezgi Îçoz Ozgur bi gotara xwe ya “Zarokê di Dilê Me de” ku ji aliyê Kenan ÖRMEK ve hatiye wergerandin, ji bo zarokan girîngiya terapiya hunerê rave dike û li ser xalên balkêş ên terapiya hunerê disekine.
 
* Derûnbijîşk Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Zarokên Postmodern û Tendirustiya Derûnî di Globalîzma Cîhanî de” li ser cîhana postmodern û çanda populer û zarokên postmodern radiweste û bi hûrgilî globalîzmê û tendirustiya derûnî ya zarokan dinirxîne.
 
* Derûnnasa Klînîkê û Psîkoterapîst Ayşegul Erdem, endama damezirîner a Komeleya Derûnkolîneriyê ya Foruma Lacanî ye. Me jî derbarê ramanên Lacan ên li ser zarokan hevpeyvînek pê re kir. 
Mamosteyê Pêşdibistanê Ferîdûn Bîrgul bi nivîsa xwe ya “Wêjeya Zarokan bi Pêwendiya Wêjeya Devkî” ji xwendevanan re behsa taybetmendiyên wêjeya zarokan dike.
 
*Derûnnasê Klînîkê Yusuf Atabay bi ceribandina xwe ya “Zaroktî; Mifteya Deriyê Dinê ya Mirov” li ser cîhana zarokan radiweste û ceribandina xwe bi ramanên zanyarên di vê qadê de dewlemend dike.
 
Her wiha;
 
Derûnnasê Civakî Yasîn Duman bi “Bikaranîna Metodên Hunerî di Tespît û Çareserkirina Pirsgirêkên Derûnî yên Zarokan de”, Derûnnas Leyla Nisêbînî bi “Geşedana Zimên û Duzimaniyê di Zaroktiyê de”, Derûnnas Gulistan Barik bi “Ziman û Zimanê Zikmakî”, Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendî Murat Caymaz bi “Perwerdehiya Zarokan ya Zayendî”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn bi “Derûniya Zarokên Astengdar û Malbatên Wan”, Derûnnas O. Fırat Bavlî bi “Lênêrîneke Psîkanalîtîk li Pevçûnên Navkomî”, Mamoste Erdal Gul bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Sanika Tof ser o Tehlîlek Psîko-sosyal”, Pisporê Xizmeta Civakî Erdal Aladag bi “Vekolîna Rûdanên Hewldana Xwekuştinê yên Sosyodemografîk Bajarê Semsûrê”, Derûnnas Mihemed Elî Alucî bi “Bîrdoziya Kesayetiyê ya John Dollard û Neal Elgar Miller”,  Isabella Bêrîvan bi “Konsepta Anîmûs û Anîmaya di Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de”, Newroz Xebat Yildirim bi “Hûr Hûr Lêxin Govendê” bi me re ne û mêvanê beşa “Pirs  û Bersivê” jî nivîskar û helbestvan Rojen Barnas e. 
 
Hûn dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji Ajans J&Jyê û ji www.pirtukakurdi.com peyda bikin.”