Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin

img

ÊLIH - Dadgehê li Derhênerê belgefîlma Nû Jîn Veysî Altay, bi îdaya "propaganda rêxistinê kirine" ceza birî. Derhêner Altay, diyar kir ku her çend ceza li wan bê birîn jî ew dê afirandina hunerê û karê hunerê berdewam bike. 

Derhênerê belgefîlma ya qala Nû Jîn têkoşîna Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê dikir Veysî Altay bi boneya li Salona Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê da pêşandan û ji berpirsê sînemayê Dîcle Anter bi îdaya "propaganda rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Dadgehê der barê Altay û Anter ji sûcê "propaganda rêxistinê" li Altay 2.5 sal cezayê hepsê birî. Derhêner Altay bertek nîşanî ceza da û wiha got: "Heta niha min 5 belgefîlm kişandin. Belgefîlê min, micarên ku sûcê dewletê yên der barê kes û civakê de ye. Ez dê kişandina van belgefîlman berdewam bikin. Çi li derve û çi li girtigehê ezê karê hunerê berdewam bikim. Afirandina hunerê ezê berdewam bikim. Cezayê li min hatine birîn li dijî hiqûqê ye. Ez qet bawer nakim ku belgefîlmên min kişandine sûc in. Tu aliyê wan ê suc tune ye. Şerê Kobanê di weşana zindî de dihat dayîn Bi milyonan kesan ev şer temaşe kir. Wê demê nebû sûc, lê piştî min kir fîlm çima dibe sûc? 
 
Altay, anî ziman ku dema têkoşîna parastina mafên mirovan dimeşand, wê demê Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) biryarên polîtîk didan û wiha got: "Îro hatiye wê rewşê ku em dîsa li DGM yan digerin. Tişta berê jî dihat kirin li dijî hiqûqê bû. Lê niha ew rewş derbas kiriye. Îro dadgeh hiquqa dijmin pêk tînin. Bi van cezayan diyar dikin ku em bêyî wan gavan neavejin. Em bêyî wan gotinê nebêjin û fîlman çênekin. Peyama 'Hûn bêyî me tiştekî bikin emê we bavêjin hundir' didin. Heta çend sal berê bi PKK'ê re aşkere hevditin dikirin. Lê îro her tiştî dikin sûc. Bi vî cezayê hiqûq hatiye binpêkirin. Li gel her tiştî hunermend dê betir dengê xwe bilind bikin. Divê hunermend di vê pêvajoyê de bêtir wêrek tev bigerin."