Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin

img
STENBOL - Chalak Events 14´ê Sibatê bi minasebeta Roja Dildaran li Stenbolê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe.
 
Chalak Events 14´ê Sibatê bi minasebeta Roja Dildaran li Stenbolê atolyeya Sêva Mêxekrêj li dar dixe. Mêxandina sêvekê heta du saetan dom dike, di navbera van saetan de her kes bi dilê xwe ye çi çaxî tê. Her wiha wê rojê li atolyeyê dê ji saet 16.00’an pê ve heta dawiyê 4 muzîkjen li enstrumanên bixin. Dîlan Yeşîlyaprak bi darbûkayê, Sarah Atkinsonbi çelloyê, Kajîn Dara bi sentûrê û Bêrîtan Kalbîşenbi flûtê beşdar bibe. Digel performansên tekane dê her çar hunermend bi hev re jî çend performansan pêşkêşî beşdaran bikin. Çalakî di 14’ê sibatê de li Şevîn Cafeya li Beyogluya Stenbolê pêk tê. Mêxek, sêv û zendik ji aliyê Chalak Eventsê ne û heqê beşdarbûna atolyeyê 20 TL ye. 
 
ÇANDEKE KEVNAR E
 
Sêva mêxekrêj bi sedsalî xera nabe, bêhna xwe tim diparêze. Li cem Kurdan sêva mêxekrêj ku çandeke pir kevn e tê wateya evîn û aştiyê. Dema kesek evîndar dibe û nikare vê bîne ziman sêva mêxekrêj çê dike û wek nîşana evîna xwe jê re dişîne.  Du kes an du evîndar dema dixeyidin yek ji wan ji bo li hev werin sêva mêxekrêj çê dike û diyarî dike. Ev proje li Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê Desteya Giştî ya Tûrîzmê ve cara yekem wek sembol û diyariya Kurdewarî hatiye pejirandin. 
 
Chalak Eventsa ku di sala 2017’an de ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve li Stenbolê ve hat avakirin, heta niha çalakiyên cûr bi cûr li dar xistine.