Dengbêjên Botanê daketin Kolana Îstîklalê

img
STENBOL – Ji dengbêjên Botanê Henîfa Şirnexî, Kurdê, Cemalê Mihê û Evdilayê Goyî ku ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê çûn Stenbolê, deketin Kolana Îstîklalê û bi awazên stranên kurdî kolan geş kirin. 
 
Bi pêşengiya Chalak Eventsê li Taksîma Stenbolê ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê du rojan bi beşdariya dengbêjên herêma Botanê şevbihêrka dengbêjan hat lidarxistin. Dengbêj şeva ewil li salona Şa Performansê derketin ser dike û şeva duyem jî li Şevîn Kafe derketin pêşberî stranhez û kilamhezan. Dengbêjan bi awazên payizokan şevê li Stenbolê geş kirin. 
 
KOLANA ÎSTÎKLALÊ BÊSTRAN NEHIŞTIN 
 
Ji dengbêjên Botanê dengbêj Henîfa Şirnexî, Kurdê (Kurdistana Spêrtî), Cemalê Mihê û Evdilayê Goyî ku beşdarî şevbihêrkan bûn daketin Kolana Îstîklalê û vê kolana ji her bawerî, çand, netew û zimanî ku mirov lê hene, bêstran nehiştin û bi bilindkirina dengê stranan û kolan şên kirin. Dema dengbêjan li Îstîklalê strana “Bejnê” gotin bala mirovan kişand ser xwe.